Qamişlo: Rêjîma Sûriyê jinên ereb dike leşger!

0
946

Rêjîma Sûriyê li bajarê Qamişlo yê Kurdistana Rojava, jinan fêrî şer û çekdariyê dike.

Hêzên leşkerî yên rêjîma Sûriyê li gundê Hamo yê girêdayî bajarê Qamişlo, xuleyeke rahênankirina jinan di warê leşkerî de bi dawî kir.

Hat zanîn li bajarê Qamişlo 150 jinên ereb li ser çekên sivik û hin alavên leşkerî hatin perwerdekirin.

Di merasima xilasbûna wê dewreya serbazî de, gelek berpirs û alîgirên Partiya Beis amade bûn.

Tê gotin rêjîma Sûriyê bi van çalakiyan dixwaze peyamekê bide berpirsên PYDê ku êdî rêjîm xurt bûye û dê bi awayekî bihêz vegere Kurdistana Rojava!

Rojava News

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.