Hevpeyvîn Bi Mustafa Özçelik Serokê Giştî yê PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê Bakûr)

0
563

PAK  Xwe Berdewamîya Doza Azadîya Kurdistanê ya 200 Salî Dibîne.

PAK partîyeke Bakurê Kurdistanê ye.

Ji damezrandina PAKê heta îro 5 sal û 8 meh derbas bû.

Damezranêrên PAKê ew kadro bûn ku bi dehan salin di rêya azadîya Kurdistanê de keda wan hene; lê PAK bi gotar û sîyaset û helwest û xebata xwe ve partîyeke nuh e.

PAK di 5 sal û nîvê temenê xwe  de, bi ekola xwe, bi şêweyê xebatên xwe, bi helwestên xwe, bi gotarên xwe, bi afirandina sîyaseta xwe ve di siyaseta Bakurê Kurdistanê de bûye navendeke esasî.

PAKê di birêvebirina navxwe û di raya giştî de zimanê Kurdî wek zimanê bingehîn bikaranîye û Kurdî(Kurmanci û Dimilî) di temama daxuyanî û nivîsên navxweyî de zimanê resmî yê PAKê bûye.

PAK dibêje bingeha xebata me li ser hebûna miletê Kurd û Kurdistanê ye; em ji bo Kurdistanê mafê çarenûsîyê dixwazin, em mafê ku xwe bi awayekî azad li ser axa xwe bi statuyeke sîyasî îdare kirina gelê Kurdistanê dixwazin (çi federalî, çi konfederalî, çi serxwebûn).

PAK dibêje di konjonktura heyî de em çareserîya federalî ya li ser şirîkatîya miletê Kurd û miletê Tirk, ya li ser bingehê şirîkatîya du welatan, ya bi du parlamento û du hikûmetan çereserîyeke guncaw e.

Li Kurdistanê armanca gelê me mafê çarenûsîyê ye, li ser axa welatê xwe bi statuyeke sîyasî xwe îdare kirin e. Lê li bajarên Tirkîyeyê ji 10 milyona zêdetir Kurd dijîn. Li bajarên Tirkîyeyê gelê Kurd, ji alîyekî ve alîkar û piştgirê doza azadîya Kurdistanê ye, ji alîyekî ve jî ji bo mafên xwe yên çandî, demokratîk têdikoşe. Li Tirkîyeyê, li cîhên ku nifûsa Kurdan ji gelên  din pirtir bin, di rêvebirîya herêmî de divê  mafê xweserîya  kulturî û îdarî ya demokratîk  ji bo Kurdan pêk bê. Li cîhên ku Kurd ne piranî ne, divê mafê xweserîya kulturî pêk bê. Şerdên Xweserîya Rêvebirîyên Herêmî ya Ewrûpayê bi hemû madeyên xwe divê bêne bicîh anîn.Têkoşîna  Kurdên li Tirkîyeyê, beşeke ji tekoşîna azadî, demokrasî, wekhevî û edaletê ya li Tirkîyeyê ye.

Ji ber vê rastîyê , têkoşîna azadî, demokrasî, edalat û wekhevîyê ya li Tirkîyeyê hem ji bo Kurdên li Tirkîyeyê, hem jî ji bo gelê Kurdistanê girîng e. Demokrasî û azadîya li Tirkîyeyê kar û xebat û birêxistin kirina sivîl, sîyasî, demokratîk ya  doza azadîya Kurdistanê pêşdetir dibe, geştir dike.Lê ne rast e ku em pêknîna  azadîya Kurdistanê  bi pêkhatina demokrasîya Tirkîyeyê ve girê bidin; doza azadîya Kurdistanê , bi pêkanîna demokrasîya navxweyî ya Tirkîyeyê çareser nabe.

PAK partîyeke netewî,  demokrat, azadîxwaz, Kurdistanî ya hemû pêkhateyên etnîkî, olî, mezhebî û civakî yên li Bakurê Kurdistanê ye.

PAK ji bo ku azadî, demokrasî û edaleta civakî ji bo hemû beşên civatê, ji bo hemû etnîsîte, ol û mezheban, li Kurdistaneke azad de bibe reng û şiklê jiyan û rêvebirîyê, dê têkoşîneke berdewam bidomîne. PAK dibêje ’’Azadi ji bo Kurdistanê, Azadî li Kurdistanê’’.

PAK ne bi şîdet û tûnd û tûjîyê, lê bi rêyên sîyasî û demokratîk, bi bêîtîadîya sivîl dixwaze mafên netewî û demoratîk yên miletê Kurd û azadîya Kurdistanê bidest bixe. PAK bi xwe jî gaveke bêîtîadîya sivîl e.

PAK bi ehlaq û kûltûra xwe bûye deng û ekoleke nû û berhemên vê ekolê di pêşeroja gelê me de dê xwe dîyar bike.

PAK  bi  afirandina sîyaseta xwe, bi rêvebirina xwe partîyeke serbixwe ye. Herweha , PAK bi îmkanên aborî  yên rêvebir,endam û alîgirên xwe xebatên xwe dimeşîne, PAK Partîya Fedakarên Kurdistanê ye.

PAK dîrokê ji xwe nade destpê kirin, bi xwe jî naqedîne; rêzê li hemû ked û xebatên ji bo doza azadîya Kurdistanê hatine kirin digire û lê xwedî derdikeve.

Ji ber vê yêkê jî, PAKê got em ne partîya ji nû ve jîndar kirina tu tradîsyonan, tu partî û rêxistinan e. PAKê got em berdawîmîya ked û xebata tradîsyoneke 200 salî ne.

PAK di berfireh kirina pirrengî û pirdengîya sîyaseta Bakurê Kurdistanê de roleke esasî lihîstîye.

PAK piştgirê destkeftîyên federalî yên Herêma Kurdistanê ye, piştgirê îradeya referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê ye; piştgirê  doza rewa ya azadîyê ya li Rojavayê Kurdistanê ye. PAK,  têkoşîna li Rojhilatê Kurdistanê têkoşîna xwe dizane. Li her çar perçeyên Kurdistanê daxwazkarê yekitî, hevkarî û tifaqên netewî ye PAK.

1-Rewşa Bakûr û pirsa kurdî Bi giştî li rojevê de çavan dibînin ?

Bersîva Yekem:Dewleta Tirkîyeyê li ser hişmendî û sîyaseta ‘’yek dewlet, yek milet, yek welat, yek al’’ê hatîye damezrandin.Eve 97 sale Dewleta Tirkîyeyê hebûna miletê Kurd qebûl nake û tu mafên wî yê netewî û demokratîk bicîh nayne. Lê bi taybetî  di van 5 salên dawî de temama sîyaset û kiryarên Dewleta Tirkîyeyê li ser dijayetîya Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê hatîye ava kirin. Serokkomarê Dewleta Tirkîyeyê Recep Tayîp Erdogan dibêje ‘’Emê wê xeletîya ku me li Bakurê Iraqê kirîye, emê li Bakurê Sûrîyeyê dubare nekin. Em rê nadinê ku Sûrîye perçe bibe û li Bakurê Sûriyeyê tu alî statuyeke sîyasî ava bikin’’. Ev gotara Serokkomarê Dewleta Tirkîyeyê

bi aşkereyî dibêje ‘Emê nehêlin Kurd li Rojavayê Kurdistanê tu mafên netewî, tu statuyên sîyasî bidest bixin’’.

Belê Dewleta Tirkîyeyê îro ne bes li Bakurê Kurdistanê, herweha li Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî li dijî Kurdan şer dike û bi Dewleta Îranê re rê li ber mafên netewî demokratîk yên gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê re jî digire.

Îro li Tirkîyeyê Hikûmeta AK Partî li ser hikum e û alîkarê wan ê esasî jî  MHP ya partîya nîjadperest û faşîst û hêzên piştgirên Stratejîya Avrasyayî ne.

Dewleta Tirkîyeyê endamekî NATOyê ye, lê nuha di sîyaseta derve de xwe zêdetir  nêzikî Rûsyayê dike.

Erdogan û Dewleta Tirkîyeyê demekê xwestin li Rojhilata Navîn sîyaseta Neoosmanîtîyê birêve bibin. Lê di vê sîyasetê de şikest xwarin. Nuha jibo ku Kurd li tu perçeyên Kurdistanê tu mafan bidest nexin xwe nêzî Rusya û Îranê dike.

Dewleta Tirkîyeyê ne xwedî petrol û xaza tebiî û çavkanîyen xurt ên aborî ne.; ne dewleteke dewlemend e. Lê wek ku dewleteke gelek dewlemend be, kar û mesrefên ji bejna xwe bilindtir dike. Ji alîyekî ve di navxweyî de di nav krîzeke aborî ya kûr de ye, ji alîyê din ve jî li Sûrîyeyê û li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê, li Lîbyayê  di nav tevger û operasyonên leşkerî de ye, li Qibrêsê hiqûqa navnetewî binpê dike.Ev sîyaseta êrîşker û dagirker bi mesref û xerceke mezin, bi budçeye gelek zêde tê birêvebirin. Ev rastîya jî krîza aborîya Dewleta Tirkîyeyê kûrtir û aloztir dike.

Îmakanên Dewleta Tirkîyeyê tuneye ku xwe ji vê qeyrana aborî rizgar bike.Nuha bi alîakarîya hindek dewletên Ereban û bi pereyên ne qanûnî , bi delka jîyana xwe dimeşîne.

Di alîyê sîyasî de jî bi Sîstema Serokatîyê, nuha li Tirkîyeyê sîstemeke takekesî, sîstemeke ku hemû kesên ku li dijî Erdoganî ye weke dijmin pênase dike li ser hikum e.

Bi dehhezaran kes jiber  ku bi awayekî sivîl, demokratîk, legal xebata xwe ya sîyasî dimeşînin, jiber nivîs û gotar û parve kirinên xwe yên li sosyal medyayê de hatine hefs kirin, di derbarê wan de doz hatine vekirin, hatine ceza kirin.

Hikûmeta AK Partiyê, Serokkomar Erdogan û bi giştî Dewleta Tirkîyeyê di nav qeyraneke mezin de ne, xetimîne.

Gelê Kurd û gelê gelê Tirk di hilbijartina şaredarîya Stenbolê ya 23yê Hezîrana 2019an de bi dengên xwe bi aşkereyî nerazîbûna xwe li himberî Erdoganî nîşan dan.

Lê mixabin wan partîyên ku wek partîyên mixalefetê têne dizanin, wek CHP, İyi Parti, DEVA Partî, Gelecek Partî û partîyên  din hêza wan zêde tuneye û bawerîyê nadin gelê Kurd û gelê Tirk.

Van partîyên mixalefetê giş jî, di derbarê pirsa Kurd û Kurdistanê de hema hema nêzîkî hev difikirin; ferqeke mezin di nevbera wan û AK Partîyê  de tune ye.Di meseleya Kurdan de yek jî ne demokrat in.

Mixabin di derbarê demokrasî, azadî û edaleta li Tirkîyeyê de jî tu bernameyeka wan a ku em bêjin pêşketî ye, demokarsîxwaz e ne li ber çavan e.Kiryarên wan ên heta îro, her ji Erdoganî ne pêşdetir bûne.

Ji ber vê rastîyê, îro li Tirkîyeyê partîyeke ku em bêjin rêbaza wê ya demokrasî, azadî û edaletê ye , mixabin tune ye. Ev jî jibo gelê Tirk bêşansîyek e, karesatek e.

Ev karesata tesîra xwe helbete ku li gelê Kurd jî dike.Barê gelê Kurd jî girantir, karê wî zehmetir dibe.

Jiber vê yekê jî berîya her tiştî divê gelê Kurdistanê berîya her tiştî weke alîyekî tevbigere û yekrêzî û hevkarî û tifaqa xwe ya netewî, niştimanî ava bike.Kurdistanî li ser bernameyeke maqûl li gel yek bin, dikarin tesîrê li partîyên Tirkan jî bikin.

Îro di hilbijartina serokomarîyê de  jî, di ya parlamenterî û şaredarîyan de jî, dengên Kurdan dengê tayînker e, dikare balansê biguherîne. Roleke gelek mezin ya dengên Kurdan heye. Heger Kurd yekgirtî bin dê bikaribin ji terefê Tirkan wek alîyekî mixatab bên qebûl kirin û gelek mafên xwe yên netewî û demokratîk bidest bixin. Herweha ev hêza Kurdan dikare tesîreke mezin li pêkanîna azadî û demokrasîya li Tirkîyeyê jî bike.

Lê rastîyeke din jî heye ew jî ev e ku, Dewleta Tirkîyeyê êdî  îradeya dengdêran jî tune dihesibîne, qayûman li ser şaredarîyên hilbijartî tayîn dike, parlamenterên hilbijartî davêje hefsan.

Heger Kurd yekrêz bin, dê Dewleta Tirkîyeyê ewqas bi hêsanî nikaribe vê neheqîyê li Kurdan bike.Herweha pêwîstî bê hebe Kurd dê bikaribin bi yekhelwest, bi hevdu re  sîyaset û nexşerêyên  nû li dijî Dewleta Tirkîyeyê bicîh bikin.

Dewleta Tirkîyeyê jibo destkeftîyên sîyasî, sivîl û demokratik yên Kurdan ji holê rake,lawaz bike, dixwaze berê Kurdan bide şerî. Di şerdên heyî yên  li Bakurê Kurdistanê de îro şere çekdarî zerarê digihîne destkeftî û doza azadîyê û digihîne xebata sivîl, demokratîk û sîyasî. Ev jî ji sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê  ya êrîşker re jî rê xweştir dike.Helbete ku Dewleta Tirkîyeyê dê nikaribe  bi şer û êrîşan doza miletê me tune bike, dê nikaribe tu pirsgirêkan çareser bike. 97 salîya vê dewletê ev rastîya bi dehan caran îspat kirîye. Jiber wê jî divê Dewleta Tirkîyeyê dest ji vî şerî berde û li gel hemû partîyên Kurdan rêya dîyalogê û rêy çareserîya sîyasî veke. Û divê PKK jî şerê çekdarî rawestîne. Divê rêya xebata sivîl, demokratîk, sîyasî bê bê parastin, bê xurt kirin.

Mixabin sîyaset û kiryar û helwestên HDP ya ku 6 milyon dengên Kurdan wergirtîye jî, rê ji êrîş û sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê re xweştir dike.HDP bi dengên Kurdan, daxwaz û hêz û maf û helwesta Kurdan şêlû û lazaw  dike, rê nade ku Kurd wek miletekî, weke terefekî bêne mixatab girtin. HDP daxwazên netewî yên Kurdan di nav sîyaseteke Tirkîyeyîtîyeke ku mafê Kurdan yên milî , yên kolektîf tê de tunebin de difetisîne. Ev jî bêşansîyeke din a Kurdan e.

2 – Me bihîstîye ku derheqê 4 partîyên kurdî de ku navê kurdistanê serin ,Doz ji aliyê Dewleta tirk ve hatiye vekirin û gelo rast e? ma ‘ ne hun Bi lêgel  kar dikin  ,lê çima patîyên ve yê hêla Dewletê ve warin daxwestin ?

Bersîva Duyem: Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK) li Amedê di roja 18.10.2014an de Kongreya Damezrandinê li dar xist û bi beşdarîya nêzîkî  500 delegeyan Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK) hate damezrandin.

Di roja 19.10.2014an de jî li Amedê bi  beşdarîya girseyeke berbiçav  û bi beşdarîya gelek telewîzyon û çapemenîyên Kurdan û Tirkan damezrandina PAKê ji raya giştî re hate ragehandin.

Li gorî Qanûna Bingehîn û Qanûna Damezrandina Partiyan a Dewleta Tirkîyeyê, damezrandina partîyan ne bi îzinê, ne bi îcazeyê ye.

Her 30 hemwelatîyên Tirkîyeyê dosyayeke ji  bername û destûra partîyê û ji nasnameyên xwe yên Tirkîyeyê pêk hatî amade dikin û diçin vê dosyayê teslîmî Wezara Navxweyî ya Dewleta Tirkîyeyê dikin. Wezara Navxweyî jî vê dosyayê teslîm digire û  ‘’dokumanta ewraq teslîm wergirtinê’’ dide damezranêrên partîyê. Dokumanta ewraq teslîm wergirtinê dibe belgeya fermîbûna partîyê.

PAKê jî li gorî vê prosedurê  di roja 17.11.2014an de belgeyên xwe yên damezrandinê teslîmî Wezareta Navxwe ya Dewleta  Tirkîyeyê kir. Di roja 11.12.2014an de belgeya “ewraq teslîm wergirtinê” ji Wezareta Navxwe wergirt û wek partîyeke  yasayî jî dest bi xebatên xwe kir.

Piştî damezrandina PAKê di 15.01.2015an de Serdozgerê  Mehkemeya Bilind a Dewleta Tirkîyeyê ji PAKê re îxtarek şand û got “Nav û bernameya PAKê li dijî Qanûna Bingehîn a Tirkîyeyê û li dijî Qanûna Partîyan e.Divê hûn navê xwe û bernameya  xwe biguherînin”.

Jiber ku di navê PAKê  de “Kurdistan”  hebû û jiber ku di bernameya PAKê de behsa miletê Kurd, behsa mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî, behsa Kurdistanê, behsa azadîya Kurdistanê , behsa statuyeke wek  federalî, konfederalî, serxwebûnê hatibû kirin, Sergozgerê Mehkemeya Bilind daxwaz dikir  ku PAK navê xwe û bernameya xwe biguherîne.

PAKê bi bersîveke nivîskî ji Serdozgerê  Mehkemeya Bilind re got “Em wek PAK nevê xwe û bernameya xwe naguherînin. Madeya 90emîn ya Qanûna Bingehîn a Dewleta Tirkîyeyê û herweha peymanên navnetewî yên ku Dewleta Tirkîyeyê îmze kirine rê dide  partîyên  ku rê û rêbazên tûnd û tûjîyê bikar naynin bikaribin bi fermî bêne damezrandin.Jiber vê yekê jî ya rast ew e ku li gorî  peymanên navnetewî yên ku Dewleta Tirkîyeyê îmze kirine, bila  Dewleta Tirkîyeyê Qanûna Bingehîn û hemû qanûnên xwe biguherîne û  rê li partîyên  ku rê û rêbazên tûnd û tûjîyê bikar naynin were vekirin’’.

Lê piştî vê îxtara Sergozgerê Mehkemeya Bilind, di roja 12.12.2016an de vê carê Serokê Dadgeha Qanûna Bingehîna Dewleta  Tirkîyeyê bi eynî sebeban îxtar ji PAKê re şand , da ku em nav û bernameya PAKê biguherînin.

Lê PAKê wê  bersîva ku dabû Sergozgerê Mehkemeya Bilind, bi nivîskî  bi eynî şiklî da Dadgeha Qanûna Bingehîn jî.

Jiber ku PAKê daxwazên guhertina nav û bernameya PAKê bicîh neanî, di roja 19.01.2019an de li ser daxwaza Sergozgerê Mehkemeya Bilind , Dadgeha Qanûna Bingehîn di derbarê PAKê de doza girtinê(daxistinê) vekir.

PAKê parastina xwe ya ewil û ya dawî bi Kurdî û bi Tirkî , bi nivîskî teslîmî Dadgeha Qanûna Bingehîn kir. Di vê parastinê de jî PAKê got emê nav û bernameya xwe neguherÎnin û naveroka nav û bernameya xwe parast.

Di dîroka Dewleta Tirkîyeyê de care yekem bû partîyeke sîyasî li ber Dadgeha Qanûna Bingehîn bi kurdî parastina bernameya xwe bi Kurdî dikir.

Doza girtinê ya ku derbarê PAKê de hatîye vekirin berdewam e. Li gel PAKê,  di derbarê 3 partîyên din yên ku bi navê ‘’Kurdistan’’ê hatine damezran de doza girtinê(daxistinê) hatîye vekirin.

PAK  nuha him wek partîyeke meşrû, him jî wek partîyeke yasayî her xebatên xwe didomîne.

3 – Rêzdar , liser pêkhata partiyên Bakûr û hevkirî ” a ” van u pêkanîna Navendekê de ku hun çalak bûn netîce vê  ÇIBÛ Û   LI ÇI ASTÊ DE de maye ?

Bersîva Sêyem: Hevkarî û tifaqên netewî li hemû perçeyên Kurdistanê wek pewîstîyeke esasî her li pêş h3eên netewî û niştimanî ye.

PAKê di roja ewil de sîyaseta xwe ya tifaq, dîyalog û yekitîyan li ser vê prensîbê ava kir: ’’Yên dikarin bibin yek bila bibin yek; yên nikaribin bibin yek bila hevkarî û tifaqan bikin; yên nikaribin hevkarîyan bikin bila derîyê danûstendin û dîyalogê di navbera xwe de vekin; yên nikaribin dîyalogê jî bi hevdu re danin, bila dijminatîya hevdu nekin’’.

Vê rêbazê jî wekî perçeyeke şexsîyeta PAKê, di nav sîyaseta Kurdistanê de cîhê xwe girt.

PAK li Bakurê Kurdistanê , avakirina tifaq û hevkarîyên li ser bingehê hişmendîyeke netewî, niştimanî weke wazîfeyeke xwe ya dirokî, netewî dibîne.

PAKê jibo pêkanîna hevkerîyên netewî gelek hewl dane.

Ji sala 2015an het heta îro me bi partî û grûbên cuda cuda yên bakurê Kurdistanê gekel krên hevkarîyan kirine.

Îro mixabin li Bakurê Kurdistanê beşeke partîyên Kurdan bi HDPya ku xwe weke partîyeyeke Tirkîyeyî  dibîne di nav hevkarîyekê de ne.HDP dibêje ‘’Tirkîye welatê mey ê hevbeş e, dîvê em neteweke demokratîk  û cimhûrîyeteke demokratîk damezrînin’’. HDP bi ya me ne mixatabê hevkarî û tifaqeke netewî ye.

Berîya her tiştî divê partîyên netewî , niştimanî yên Bakurê Kurdistanê li ser bernameyeke netewî bêne cem hev. Bi ya me ew partî, grûb, rêxistin û kesayetên ku hebûna milete Kurd, hebûna Kurdistanê qebûl dikin; statuyeke sîyasî ya netewî û coxrafî li Kurdistanê qebûl dikin;  li Ala Kurdistanê û hemû nirx û rêberên netewî, niştimanî xwedî derdikevin; rêz girtin û qebûl kirin û azadî û demokrasîya navxweyî ya civata Kurdistanê û ya tevgera netewî  weke hiqûqa navxweyî ya Kurdan qebûl dike, mixatabên hevkarî û tifaqên netewî , niştimanî ne.

Tifaqeke ji partîyên netewî, Kurdistanî pêk hatî, li ser berjewendî û prensîbên netewî,  yên gelê me, dikarin li gel alîyên  Tirkîyeyê yên azadîyê, demokrasîyê, edaletê, wekhevehîyê  ji bo hemû pêkhateyan diparêzin re dîyalog, hevkarî û tifaqan pek bînin.

 

Em wek PAK amade ne ku bi vê hişmendîyê bi hemû alîyên Bakurê Kurdistanê hevkarî û tifaqan bikin; herweha hem amade ne  jibo pêşxistina doza azadîya gelê me, li ser prensîbên kesayetîya me ya netewî, niştimanî qebûl bike, li gel hemû alîyên Tirkîyeyî jî  dan û stendin û hevkarîyan bikin.

Nuha weke PAK , li gel PSKyê(Partîya Sosyalîst a Kurdistanê) hevkarîyeke me heye. Em weke PAK dixwazin li gel HAK-PAR(Partîya Maf û Azadîyan) , PSK û hemû partî, grûb û kesayetên netewî, Kurdistanî bingeha hevkarîyeke netewî, niştimanî  bihûnin. PAK,PSK û HAK-PARê di 16yê adara 2020an de jibo bibîranîna Helebçeyê  û di 21ê Adara 2020an de jibo Newrozê daxuyaniyên hevbeş belav kirin.

Jibo lêgerîn û hûnandina xebata hevkarî û tifaqa netewî ,  me wek PAK û PSKyê li Amedê çend civînên şêwrê, civînên thînk thank ê li dar xistin. Piştî vê xeterîya Corona vîrusê me demekê nevber da van xebat û hewlên xwe.Lê herî dawî li ser vîdeo konferansê PAK û PSKyê li gel gelek sîyasetmedarên Bakurê Kurdistanê mijara pêkanîna hevkarîyeke netewî civînek li dar xistin.Armanca me ew e ku li Bakurê Kurdistane em bikaribin  jibo doz azadîya welatê  xwe bi  hişmendî û sîyaseta netewi hevkarîyeke çalak pêk bînin.

Em wek PAK dibêjin, divê partîyên tu perçeyekî tedaxulî perçeyên din ê Kurdistanê nekin; lê divê alîkarî, piştgirî, koordînasyon û lihev xwedîderketinek di navbeyna partîyên her çer perçeyên Kurdistanê de hebin. Em hemû destkeftinên li her perçeyekî Kurdistanê wekî destkeftinên xwe dibînin. PAK piştgir û alîkarê doza azadîya her perçeyekî  Kurdistanê ye.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.