Hevpeyvîna Roji kurd di gel Mamoste ya hêja Sêvê Can ..

0
821

Weşandin û Amadekirina : Amin Khawalah

Roji Kurd :

Sêvê – Di serî de ez gelekî kêfxweşim ku we ev derfet da min ku ez hinekî li ser nirxê Zimanê dayikê bipeyivim û em biêjin girîngiya Ziman di civakê kurda de çi ye ..

Roji Kurd – Diyare hûn endamekî Rojî kurdin û berpirsiyarin di beşê Zimanê kurdî ya Zaroka yî

1 – Em destpêkê de dixwazin hûn xwe ji navenda Roji kurd re bidin nasîn .. wek em zanin hûn li Rojava yê Kurdustanê be we çawa ev kar ev xizmet ji bo netewê xwe bi dest xist .. û çi gotinê te destpêkê heye ji me re qise bike ?

●Sêvê – Ser çava hûn bi xêr hatin … ez ê di destpêkê de xwe ji bo gel bidim nasîn Navê min Sêvîn e û ez bi Sêvê Can têm naskirin û weke hûn dizanin karê min jî ders dayînê Zimanê kurdî ye û beşê Zarokan de kar dikim .. weke hûn pirsîn min çawa ev kar bi dest xist .. ka ez bersiv xwe bidim we ..
Weke em dizanin Dibistanê kurdî berê tune bûn ku em xwe fêrî zimanê xwe bikin û hinekî qedexe bû jî lê weke em hemû dizanin vê dawiyê hinekî rewiş hat guhertin û Zimanê kurdî di Dibistanan de hat dayin .. Lê ez li ser xwe bipeyvim ez zêde neçûm Perwerdeya Ziman yanê bi kurtasî min tenê şeş heyva kurdî xwand û weke pênç sala jî ez di Dibstanê de dixebitim û wek hemû cîhanî dizane rewiş çawa bû min nikarî perwerdeya xwe berdewam bikira ji ber rewiş hinekî ne baş bû .. lê min dîsa dest ji xwabdinê berneda û min di hundir mal de xwe pêşxist …!!!

2 – Ev xizmeta ku Roji kurd dayî we hûnê di pêşerojê de çi bikin û piştî Elfabeya hûnê çi amade bikin ji bo zarokan ?

●Sêvê – Welah hûn dibînin Ez niha Tîpa didim û paşê ez ê dest bi peyv û hevokan jî bikim û ez ê hin caran ser xwaza û Erdîngariyê Kurda bipeyvim ji bo Zarokên me pêşerojê de dîrok û çanda xwe nasbikin û ger derfet hebe ez ê hin cara çîrokan jî ji wan re bêjim yanê heya ji destê min tê ez di xizmeta we û zarokên me de bim …. !!!!

3 – Wek em dizanin Zimanê kurdî hinekî ne aşkere ye .. yanê divê malbet çawa bike heya ku zarok di mal de xwe pêşbixe û çawa malbet ji zarokên xwe re kêmasiya Ziman çareser bike ?

●Sêvê – Tiştê herî yekem divê Malbet bi zarokên xwe re kurdî bipeyvin û xeberdin ..
Û tiştê duyem divê Malbet Ziman bi zarokên xwe şêrîn bike ..
Û Tiştê sêyem divê malbet perwerde yeke biçûk di malê xwe de vekin û her tim li ser Tîpên Kurdî bi’axivin … û tiştê çarê û ya herî girîng pêwîste Malbet Çîrokên Kurdî ji zarokên xwe re bêji … !!!!

☆Sêvê Can û dawî yê ez weke mamoste yeke kurd ji we re dibêjim çi dawxwaz û pirsên we hebin ser çava û dubare car ez gelekî navenda Roji Kurd spas dikim ku ev dervetvda min ji bo rewşa Zimanê Kurdî

Hvvpeyvîna Rojî Kurd Li gel Mamste ya Zimanê Kurdî Sêvê Can … bimînin di xêr û xweşiyê de

Rojî kurd û Sêvê Can

 

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.