Hevpeyvîna hevkarê me “Evîn Tetwan”, di gel mamoste “Receb Dildar”, nivîskar û helbestvanê bakûrê Kurdistanê

0
1941

ROJI KURD :
Ev bû gelek salin ku hêja Receb Dildar nasdikim û gelek pê şanaz im. Her cend li bakûr bi astengî û bindestî dijwar jî bibe , hêja Receb ji dil, bi bawerî û hesten xwe yên bi kurdî wek kurdewar bi nivisên xwe dide xûya kirin û her berdewam jî dike. Lewma min hevpeyvinek di gel hêja pêwîst dît, herwuha ji bo daxûyanî û pêşnîyarî ku pirtukên hêja bên xwendin.

Evîn Tetwan : 1-Pirsa min a pêşîn ev e, ji bo we wateya pêşangeha Amedê çi ye? Ev eleqeya zêde ji ber çi ye?
Receb Dildar : 1- Heger mirov hinek bi berfirehî lê bifikire, pêşangeha Amedê ji bo wêje û zimanê kurdî nefesek e. Ji ber çi ez dibêjim nefesek e. Çimkî kitêbfiroşên tirk kitêbên kurdî û yên li ser kurdan nafiroşin. Ez li hemûyan jî neheqîyê nekim, dibe ku îstîsna hebin. Lê bi tevahî rê li ber kitêbên kurdî girtî ye. Kitêbfiroşên ku di temamîya welat û Tirkîyê de kitêbên kurdî difiroşin qasî tilîyên destan e. Ji ber wê pêşangeha Amedê ji kitêbên kurdî re dibe nefesek. Li vê derê nivîskar û xwendevan hev dibînin, hev dinasin, nivîskar hev dinasin, dikevin nav têkîlîyan, nivîskar û weşanxane danûstendinan pêk tînin. Ji ber wê em salekê li benda vê pêşangehê dimînin. Pêşangeha îsal di navbera rojên 28ê îlon û 6ê çirrîya pêşîn de li dar ket.
Evîn Tetwan : 2- Pêşangeh ji çend salan carekê li dar dikeve, beşdarbûna pêşangehê çawa ye?
Receb Dildar : 2- Pêşangeha kitêban li hemû Tirkîyê ji alîyê TUYAPê ve tê li dar xistin. Li hinek bajaran salê carek, li hinekan jî ji du salan carekê pêşangehan li dar dixe. Berê li Amedê ji du salan carekê pêşangeh li dar diket. Paşê ji ber helwestên sîyasî gelek sal navber danê. Îsal du sal e ku li ser hev li dar dikeve. Sala çû ji bo pêşangehê şeş roj hatibûn terxankirin, îsal ev zêde kirin û kirin neh roj. Îsal bi tevahî 135 weşanxane beşdarî pêşangehê bûn. Ji vana qasî 40 weşanxaneyan ên kurdan bûn. Eleqeya gel gelek zêde bû, heta roja dawîn 175 hezar kes hatin, pêşangehê zîyaret kirin. Li gorî salên berê, her diçe eleqeya kitêbên kurdî zêde dibe.
Evîn Tetwan : 3- Weşanxaneyên kurdî herî zêde di kîjan qadê de xebat dikin?
Receb Dildar : 3- Xebatên weşanxaneyên kurdî li ser çar beşan balê dikişînin. Yek jê wêje ye, ya duyem, dîrok û lêkolîn in, ya sêyem xebatên li ser ziman û folklorê ne, ya çarem jî kitêbên zarokan e.
Evîn Tetwan : 4- Xebatên we di kîjan qadê de ne, hûn dikarin behsa berhemên xwe bikin?
Receb Dildar : 4- Mijara xebatên min edebîyat e. Min heta niha helbest, çîrok(hîkaye) û roman nivîsîne. Wekî din min wergera du romanan ji bo kurdî kirîye. Di vê pêşangehê de, çar berhemên çîrok(hîkaye) û romaneke min cî girt. Mixabin, ji ber hinek pirsgirêkan, em nikarin hemû berhemên xwe li weşanxaneyekê çap bikin. Ji ber wê berhemên min, li standên cuda cî girtin, wek:Şikefta Xwekuştinê (çîrok), li standa Weşanxaneya Avesta, Li Dû Xezalekê (çîrok) li standa Weşanxaneya Ava, Kitana Spî (çîrok) li standa Weşanxaneya Nûbiharê, Leqat (roman) li standa Weşanên Dara û berhema min a dawîn Dojeh (çîrok) li standa Weşanên Darayê hatin pêşkêşkirin.Bi taybetî li ser Leqatê gelek gengeşî hatin kirin û eleqeyeke mezin dît.
Evîn Tetwan : 5- Jîyana we li ku derbas bû û we çawa dest bi nivîsa kurdî kir?
Receb Dildar : 5- Ez ji Dîyarbekirê me û jîyana min li Dîyarbekirê derbas bûye. Kalê min ji Karaza Dîyarbekirê bar dike tê navçeya Çinarê. Bavê min jî tê li navenda Dîyarbekirê bi cî dibe. Min dibistanên seretayî û navendî li Dîyarbekirê xwendin. Paşê ji bo dibistana mamostetîyê çûm bajarê Kırşehırê. Min qasî şeş salan li gundên Dîyarbekirê mamostetî kir lê paşê ji ber fikir û ramanên min ez avêtim zindana Amedê û qasî çar salan tê de mam. Niha li Amedê dijîm, zewicî me û çar zarokên min hene.Piştî ku min elfabeya kurdî nas kir, min dest bi nivîsa kurdî kir. Helbestên min ên pêşîn di sala 1982an de di kovarekê de belav bûn. Piştî derketina ji girtîgehê, min zêdetir berê xwe da kurdî û ji bomalperên ser înternetê gelek gotar nivîsîn. Piştî salên 1990î qedexe li ser nivîsa kurdî rabû, ji ber wê, êdî di şûna înternetê de me gotarên xwe dişandin kovaran. Berhema min a pêşîn jî bi navê Kewê Canê, di sala 2003yan de hat çapkirin. Piştî Kewê Canê jî min helbest domandin, lê wek berhem nehatin çapkirin. Niha zêdetir bala min li ser çîrok û romanê ye.
Evîn Tetwan : 6- We got li ser romana Leqat gelek gengeşî çêbûn û gotar hatin nivîsîn, hûn dikarin hinek behsa Leqatê bikin?
Receb Dildar : 6- Wek hûn jî dizanin, dîroka fermî a Tirkîyê li ser derewan hatîye avakirin. Dîroka rastîn bi perdeyeke reş hatîye nixumandin. Min malbatek ji xwe re kir mijar û dîroka sed salên dawîn a derdora Dîyarbekirê raxist ber çavan. Ji serhildana Şêx Seîd û vir ve çi hat serê malbatê, nifş bi nifş min hemû nivîsî. Di heman demê de guhertina civatî ya sed salên dawîn jî di nav romanê de dîyar dibe. Romaneke civakî ye lê paşxaneya romanê dîrokî ye.
Evîn Tetwan : 7- Berhema we ya dawîn Dojeh e. Di pêşangehê de eleqeya ji bo Dojehê çawa bû. Hûn di Dojehê de behsa çi dikin?
Receb Dildar : 7- Dojeh zindana Amedê ye. Zindan di navbera salên 1980 û 1984an de bibû qada hovîtî û wehşetê. Bi îşkenceyan li wê derê gelek kes hatin kuştin. Ji bo ew hovîtîya li ser kurdan hat meşandin neyê ji bîrkirin, min bi terza çîrokê behsa Zindana Amedê kir. Min xwest Zindana Amedê di nav edebîyata kurdî de hebe. Berê birêz Bûbê Eser, li ser Zindana Amedê romaneke bi navê Gardîyan nivîsî bû. Lê ev têr nake, divê bi sedan berhem li ser wê zindanê bên nivîsîn. Û ji Dojehê çêtir jî nav lê nedihat. Lewra ji ew der Dojeh bi xwe bû.Gelek kesên Leqatê xwendibûn û ecibandibûn hatin Dojehê jî stendin. Eleqe ji salên berê çêtir bû. Lê ez jî gelek meraq dikim ka ew ê çi gengeşî li ser Dojehê çêbibin.

Hêja Receb Dildar van rojan li stenbolê jî di fûara pirtukên kurdî de li bin standê xwe de, pirtukên xwe pêşkêş dike.Em spasîya xwe ji bo hevpeyninê di gel mamoste Receb Dildar dikin û jê re her serkeftin dixwezin.



Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.