Di rikeberiyên navdewletî de zarokekî Kurd serkewtin bidest xist

0
807

Berpirsyarê giştî yê Perwerdeya Hizrî li parêzgeha Kirmaşanê bas ji serkevtina zarokekî xelkê Kirmaşanê kir di rikeberiyên navdewletî ên “Nîgarkêşiyê” li welatê Bolxaristanê.

“Hûmen Behmenî” yê 10 salî, ku xelkê bajarê Kirmaşanê ye, ji nawenda hizrî ya “Kozeran”ê ve bona pişikdariya di rikeberiyên navdwletî li Bolxaristanê hatibû şandin û karî di wan rikeberiyan de, serkwetinê bidest bixe.

Hûmen Behmenî karî ku di vê rikeberiyê de Dîploma Şanaziyê ya Çaremîn Rikeberiya Navdewletî ya Nîgarkêşiyê li “Binska” ya welatê Bolxaristanê bidest bixe.

Berpirsyarê giştî yê Perwerdeya Hizrî li parêzgeha Kirmaşanê herweha ragehand ku; “Kakila vê rikeberiyê bi awayekî Azad hate lidarxistin û Hûmen karî di nava 5 hezar û 585 berhemên hunerî de ku ji 46 welatên cîhanê ve hatibûn, Dîploma Şanaziyê bo xwe misoger bike”.

Eva di demekî de ye ku zarokên Kurd ên seranserî Kurdistanê, di çendîn rikeberiyên navdewletî de pişdarî kirine û karîne ku, serbarê hemû astengî û pirsgirêkên ser rêya xwe, serkewtinan ji xwe re misoger bikin.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.