2 çiyagerê kurd di bin aşûtê iyana xwe ji dest dan!

0
943

Li Gerdenîxaneya Bane tîmekê 4 kesî yê çiyagerên kurd ên ji bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê ketin bin aşûtê û 2 ji wan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya Rojî Kurd, tîmekê 11 kesî yê çiyagerên Bokanê ji bo rizgarkirina her çar çiyageran çûne hawarê.

Hate gotin, ku bi tevê hemû hewldanên rizgarkirinê jî çiyagerên bi navê Hejîr Qadiryan û Mihyedîn Selîmî jiyana xwe ji dest dane û her du çiyagerên din hatine rizgarkirin.

Li gorî zanyariyên Rojî Kurd, ji ber barîna berfekê zêde, tîmên hawarçûnê bi zehmet gehiştine cihê bûyerê.

Her çar çiyagerên kurd duh ji bo ji bilindahiyên Gerdenîxaneya Baneyê daketibûn aliyê gundê Qulquleyê lê aşût bi ser wan de hatibû.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.