Bûyerên Kar, berdewam jiyana hevwelatiyan ji wan destine

0
834

di Buhara îsal de 14 kedkarên Kurd li parêzgeha Kirmaşanê bi sedema bûyerên kar jiyan axwe ji dest dane. Ew rêjeya li çav sala borî di heman vê demê de, %16 zêde kiriye.

Berçavnegirtina rêûşûnên xweparastinê û nebûna aysayayên pêwendîdar, her sal bûyerên bi vî rengî jê dikevin.

Di rapora herî nû ya dezgeha pizişkê yasayî ya parêzgeha Kirmaşanê de, qala birîndarbûna 105 kedkaran di 3 mehên yekem ya îsal de hatiye kirin. Sala borî rêjeya qurbaniyên vê bûyerê di buharê de12 kes bûn.

Li gora boçûna çalakên kedkarî li Kirmaşanê, fêrkarî bo xweparastinê bi taybetî bo kedkar û karsazan di Îranê de gellek kêm e.

Wezareta Kar ya Îranê, sala borî ragehand ku tenê %10 ji kuştiyên bûyerên kar xwedî bîme ne.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.