Hemwelatiyekî bajarê Seqizê hate îdamkirin

0
725
sipêdeya roja Duşemî berwarê 12’ê Çileya Pêşîn a 2016’an, cezaya bidarvekirinê yê hemwelatiyekî bajarê Seqizê, li girtîgeha nawendî ya bajarê Meraxê ya ser bi parêzgeha Azerbaycana Rojhelat, hate cîbicîkirin.

Silêman Kake Ellanijad yê temen 33 salî, kurê Haşim, navê ew hemwelatiyê Seqizî ye ku li Meraxê hatiye îdamkirin.

Her di vê derheqê de hatiye ragehandin ku Silêman Kake Ellahnijad yê temen 33 salî, xêzandar e û xwediyê keçek temen 4 salî ye.

navbirî sala 1391’an a Rojî, bi tawana bazirganiya bi madeyên hişber hatibû destbiserkirin û taya Dadgeha Şoreşê li bajarê Meraxê bi serokatiya Qazî “Xefarî” ve bi cezaya îdamê hatibû mehkûmkirin.

Rêkxistina Mafê Mirovan a Îranê di vê derheqê de eşkere kir ku dadgeha şoreşê ya bajarê Meraxê, Silêman bi tawana bazirganiya bi 1 Kîlo û 50 Girem madeya hişber ve, bi cezaya Îdamê mehkûm kiriye.

Çavkaniyekî nêzîk ji Silêman eşekere kir ku, di dema dadgehîkirinê de, Silêman tawana xwe bi tomet dabû zanîn û ret kiribû.

Ji aliyeke din ve yek ji hevdosiyeyên Silêman bi navê “Yûsif Bexşûde” yê xelkê bajarê “Diwanderê” jî, bo odeya takekesî hatiye veguhaztin, lê hukmê îdama wî nehatiye cîbicîkirin.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.