Silêman Kake Ellanijad yê temen 33 salî, kurê Haşim, navê ew hemwelatiyê Seqizî ye ku li Meraxê hatiye îdamkirin.
Her di vê derheqê de hatiye ragehandin ku Silêman Kake Ellahnijad yê temen 33 salî, xêzandar e û xwediyê keçek temen 4 salî ye.
navbirî sala 1391’an a Rojî, bi tawana bazirganiya bi madeyên hişber hatibû destbiserkirin û taya Dadgeha Şoreşê li bajarê Meraxê bi serokatiya Qazî “Xefarî” ve bi cezaya îdamê hatibû mehkûmkirin.
Rêkxistina Mafê Mirovan a Îranê di vê derheqê de eşkere kir ku dadgeha şoreşê ya bajarê Meraxê, Silêman bi tawana bazirganiya bi 1 Kîlo û 50 Girem madeya hişber ve, bi cezaya Îdamê mehkûm kiriye.
Çavkaniyekî nêzîk ji Silêman eşekere kir ku, di dema dadgehîkirinê de, Silêman tawana xwe bi tomet dabû zanîn û ret kiribû.
Ji aliyeke din ve yek ji hevdosiyeyên Silêman bi navê “Yûsif Bexşûde” yê xelkê bajarê “Diwanderê” jî, bo odeya takekesî hatiye veguhaztin, lê hukmê îdama wî nehatiye cîbicîkirin.