Peykerê helbestvanê Kurd “Wefayî” li bajarê Mihabadê hate çêkirin

0
587

roja Şemiyê 10’ê Çileya Pêşîn a 2016’an, hunermendekî xelkê bajarê Bokanê, peykerê Wefayî yê helbestvan, ku ji kevir hatiye çêkirin û bi qasê 3 metrî bilind e, li Sêrêyana Wefayî ya li bajarê Mihabadê çê kir.

Peykerê Wefayî ji aliyê hunermendê peykertaş “Rêbîn Heyderî” ve hatiye çêkirin.

Berê jî peykerê Mamosta Hêmin û Mamosta Hejar û herweha Mihemmed Qazî yê nivîskar û wergêrê Kurd jî, li bajarê Mihabadê hatine çêkirin.

Mîrza Ebdulrehîm Sablaxî, naskirî bi Wefayî, kurê Mela Xefûr, ji tayîfeya Mela Camî ye û sala 1844’an a Zayînî hatiye dinê û di sala 1902’an de jî, çûye ser dilovaniya xwe.

Wefayî yê navdar, pitir bi sedema helbestên kilasîk ên Kurdî û herweha Xezelên bisoz tê naskirin.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.