Ciwanekî Kurd bû armanca gulleyên hêzên rejîma Îranê

0
836

Teqeya rasterast ya hêzên eleşkerî ên Îranê, li bajarê Banê bû sedema vê ku, ciwanekî Kurd jiyana xwe ji dest bide. 

Roja 28’ê Befranbarê hêzên leşkerî ên hikûmetê li bajarê Banê, teqe li ciwanekî xelkê vî bajarî kirin, û di encamê de, vî ciwanê Kurd jiyana xwe ji dest da.

Nûçegihanê “Rojikurd”yê li bajarê Banê nasnameya vî lawê Kurd, Ebdulmetelib Muradî, temen 20 salî, kurê Ezîz xelkê gundê Bilesenî ya bajarê Bane raegehandiye.

Di doma vê raporê de hatiye: “Ew ciwanê Kud di demekê de ku mijûlî çêkirina wesayita hevalekî xwe bûye, bûye armanca teqeya hêzên hikûmetî”.

Tê gotin ku hêzên hikûmetî bi bê hişadarîdana bi wî, bi gumana vê ku ew lawê kurd, tiştên qaçax li cem wê hebûne, teqe li wesayitê kirine.
Her sal zêdetir ji sedan kolber û kasibkarên Kurd li ser sînorên Kurdistanê dibin armanca teqeya rasterast ya hêzên hikûmetî, û di hinek ji wan bûyeran de, hevwelatiyên Kurd jiyana xwe ji dest didin.

Heya niha tu kesayetiyekî heqîqî û huqîqî derheqê teqekirina li kolberan û kasibkaran li ser sînorên Kurdistanê rastî lêpirsînê nehatine, û dosyiyeya qezayî ya kesên birîndar yan jî kesên ku jiyana xwe ji dest dane, negihîştiye encameke dilxwaz.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.