Her du keçên êzîdî xelata “Sakharov” wergirtin

0
918

Her du keçên êzîdî Nadiya Murad û Lemiya Beşar, ku ji destê DAIŞê rizgar bûne, xelata azadiya ramanê û mafên mirov a “Sakharov” wergirtin.

Îro li bajarê Strasburgê yê Fransaê, Parlamentoya Ewropa bi merasimeke fermî, xelata azadiya ramanê ya “Sakharov” pêşkêşî her du keçên êzîdî yên ji destê DAIŞê rizgarbûyî Nadiya Mura û Lemiya Beşar kir.

Beriya wergirtina xelatê, her du keçên êzîdî, bi giryan û çavên bi rondik, behsa çawaniya girtina xwe û tiştên ku DAIŞê anîne serê wan kirin, parlamenteran jî bi lêdana çepikan pêşwazî li gotinên wan kirin. Hat dîtin ku hinek ji parlamenteran giriyane…

Tişta balkêş ew bû ku xelatnameyên wan keçên êzîdî bi kurdî hatibûn nivîsandin. Nirxa xelata “Sakharov” 50 hezar euro ye.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.