Jin

0
606

Nevisin U Amadekirna : Sêvê Can

Niha ger em li ser jinê bi’axivin Pirtûk û kovar têrê nakin ji ber ku çi tiştî ne baş heye hemû li ser jinê hatiye meşandin , sîtem , îşkence ,bin destî û H.W.D. û ya her pîs di civakê de hin mirov nizanin Jin çiya û çi kar kiriye û rêzdariyî herî kêm didin Jinan û nizanin ger ne ji Jinê be nirxa wî di civak de nîne … ka em binirin erka jinê çi ye ji bo hûn bizanibin jin ji bo civakê çi ye û çi dike…

1 – Ger ne ji jinê be mêr nikare ji bo zaroka tiştê herî hêsan bike
2 – Jin berî karê zarok pêkbîne ya mêr pêk yîne
3 – Ger zarokek nesax ket jin dikare heya sibê raneze lê mixabin mêr ne wisa ne
4 – Xwarin çêkirin li ser jinê ye
5 – Ser şoşitin û cil şoş li ser jinê ye
( Bi kurtasî ger ne ji jinê be Mêr wê hemû penaber bijîn )
Lê mixabin çi qas mirov bipeyv û binivîs kes guh nade gotinên me ji ber ku em li ser mafê jinê dipeyvin , Hin kes hene tenê ji bo têkêlî cinsî nirix dide jinê tenê ji bo kêfa wan bi cih were û piştî karê xwe biqede dîsa jinê di bin lingên xwe de wek pilek toz dibîne û bin pê dike ma ji we ye kêfxweş bûna tenê ji were hatiye afirandin … baş bizanibin jin ne tenê cihê kêfxweş bûn û pîsatiyê ye jin jiyan e jin xamila malê ye jin welat parêziye baş bihizirin ger jin ne afîner ba niha em jî tune bûn û bizhirin jin we çend heyva di giyana xwe de hildiger û her rojek bi cûreyk nesaxî lê dîsa bê deng dimîne ji ber ku civaka me yî bê exilaq de ketiye hizira jinê û di fikirê her tim mafê jinê wendaye û ji azadiyê qedexe kirîne , çîtoka jinê dirêje û bê dawî ye ez dixwazim hemû bizanibin rola herî mezin di civakê de ya jinê ye ji ber ku ew êşên herî mezin ji bo malbet û zarokên dikişîne û dikare can ji bo malbet û zarokn fîda bike , Dawiyê peyva min dixwaxim bêjim bila jin ne bin dest be bila jin di mal de ne wek çawa yek di girtî gehekî de be û bihêlin bila hinekî nefes bikişînin û bila ew jî xwedî maf bin û ustî xwar bin yanê bila nîvî azadiya mêr ya jinê be bixwedê dunya wêran nabe û baş bizanibin hevokek li ser jinê heye dibêje ( Jin Jiyan a Azadî ) xwezîka we piçekî zanîba wateyê vê hevokê çiye û ji bo we hinekî girîngî da ba Jinê …Hêvî dikim û hêviyek mezin hinekî maf bidin jinê û bila jin ne bin dest bin ji ber ku ger jin tune be em jî wendane û gotinê min yê herî dawî peyvên min anînî ziman bi cih werin û bila rol û hizreke jinê jî di civakê de hebe ji ber ku jin ne mirovekî kor û lal û tenê endame ew jî xwedê dil û heste ..silav û rêz ji kesî ku giringiyê bide peyvên min kirinî

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.