Tirsa rejîmê ji serhildana dubare ya xelkê

0
847

Weşandin û Amadekirina : Amin Khawalah

Nevisin : Dara Natiq

Civatgeha Îranê bi giştî û Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî di rewşek pir aloz û dijwar de derbas dibe. Siyasetên şaş û dujminkarane û şerxwazane yê rejîma Îranê di asta herêmî û cîhanî de, bûye sedema dûrketina civatgeha wî wilatî li karvanê pêşkevtin û zanist û teknolojiya navdewletî û herwisa herifîna bingeha aborî ya wî wilatî û jêhelçûna rêjeya hejariyê di Îranê de. Ji aliyekî din ve têkvepêçana Îranê di asta herêmî û şikist û meşên nerazîbûnên li Îraq û Lubnan û welatên dinê li hember mudaxilekirina rayedarên rejîma Îranê li kar û barên welatên wan û saportkirina girûpên terorîstî û têkdana tenahiya herêmî, ji aliyekî din jî dorpêçên aborî yên ji aliyê Amrîkayê bo ser wî welatî, bingeh û sîstema rêveberî û desthilatdariyê di Îranê de gihandiye ser lêva herifîn û nemanê.

Bi hebûna desthilatek han dîktator û pawanxwaz, jiyan gihîştiye asta mirinê û buhayê jiyan û kerameta mirovan her roj tê binpêkirin. Tepeserî û bêdadî û girtin û kuştina xelkê her roj zêde û zêdetir dibe. Krîz li pey krîzê êdî xelkê belengaz yên welêt bêzar û bêhêvî kirine. Meşên nerazîbûna xelkê bêzarbûyî li siyaseta rejîmê, rastiya heyî car din bo raya giştî daxuya kirin ku Îran bi tev pêkhateya xwe ve di krîzê deye û gihîştiye binbestê û li ser lêva herifînê ye. Civatgeha Îranê bi giştî û bi taybetî netewên bindest û yek ji wan xelkê mafxwaz û azadîxwaz yê Kurd ku zêdetirîn rêjeya qorbanî û cangoriyê dane, bi kiryar û tekoşîna xwe ya mafxwaziyê dane eyanê ku êdî wan ti hêviyek bi rejîma Îranê nîne û ew daxwazkarê herifîn û nemana rejîma Îranê ne û ji bo avakirina sîstemek demokratîk û gelî xebat dikin. Jiyan û guzerana xelkê bûye qorbaniyê siyasetên şaş yên rejîmê û krîza hundir û navxwe ya wî wilatî. Krîza siyasî, aborî, çandî, jîngeyî û birêveberî ku bûye sedema serîhildana sedan diyardeyên cur bi cur yên civakî û beşek li jiyana asayî ya xelkê Îranê. Tepeseriya sîstematîk bûye beşek berdewam û fermî ya rojne ji siyaseta rejîma Îranê. Serbarê tev wan krîz û bêbextiya ku civaka Îranê pê re rû bi rû bûye, geşe kirin û belavbûna roj li roj zêdetir a vîrûsa Korona û bilindbûna amara mirin û qorbaniyê ya wê belaya malvêranker û bêkifayetî û dest li ser dest danîna damûdezgehên rejîmê ji kontirol nekirin û bêmudîriyetiya wan ji rû bi rû bûna wê vîrûsê re, jiyana xelkê tal û aloztir û dijwartir kiriye.

Rejîma Îranê êdî di hundirê welêt û li asta civatgeha wî wilatî de rewyiya xwe ji dest daye û li asta cîhanî û herêmî de jî roj li pey rojê dikeve perawêzê û di bin zext û givaşên berdewam de ye. Rayedarên Îranê li cihê vê hindê ku li hizra çareserkirina arîşe û girêpêçkên civakê de bin û cehda baştirkirina rewşa jiyana xelkê û çareseriyek aştiyane û pêbend bin bi yasayên navdewletî, lê mixabin berdewamin li ser siyaseta pawanxwazî û têkderane ya xwe. xerckirina hezîneyek zaf bo xurtkirina navendên xwe yên ewlehî û tepeserkar. Teyarkirina hêza xwe ya leşkerî bi alavên tepeserkariyê bo berengarbûneweya her meş û dengek nerazîbûnê di hundirê welat de. Tirsa rejîmê niha de ji serhildan û meşên nerazîbûna milyonî ya li dijî wê rejîmê ye. Xelkê bêzar ji siyaset û desthilatdariya dîktatora Îranê li herderfetekê bo gihandina dengê nerazîbûna xwe mifahê werdegrin. Arîşe û girêpêçkên civakê ew qas kûr û berfireh in û nemaze piştî vê vîrûsa malvêranker û bêkifayetiya rayedarê Îranê li kontirolnekirina wê belaya han ku êdî kerb û kîna xelkê welêt li rejîm û damûdezgehên wê hîndey din zêdetir kirye. Tirsa serhildanek mezin û sertaserî bo têkvepêçan û hilûşîna kela zordarî û dîktatorî ya Komara Îslamî, xev ji çavê rêber û rayedarên nîzamê heram kirine û berdewam gefan ji xelkê dixwen û mijûlê darêtina pilan û xwe amadekirinêne bo tepeserî û komkujiya meşên nerazîbûnên.

Êdî rejîmê rêya wegeriyanê nemaye û stêrka bextê wê hêdî hêdî ber bi avabûnê we diçe. Gel êdî biryara xwe daye û çiyê din naxwazin di bin siya wê rejîma han de jiyanek rezîlane û bi kul û keser derbas bikin. Di pêşerojek nêzîk de emê car din şahidê meş û serhildanên seranserî yên nerazîbûna xelkê bin bo ji holê rakirina kela zordariyê di Îranê de.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.