Welatê me hîvya hemî miletê meye

1
272

Amadekirna : Gohar Mamo

Welatê me hîvya hemî miletê meye, hîvya azadiya axa xwe. Heta kengê em usa nav hêvî û xeyalên xwe bijîn? Îro roja meye, roja parastina Welatê me. Li Kurdistanê da hemî neyarên me wek gura rabûne dijî mafê me, dijî avakirina Welatê me. Ew dizanin, ku em kurdên berê nînin, potênzîala xwendavanên me mezin û qewat hene, ne tenê li Kurdistanê, usa jî nav hemî cîhanê da. Pirsgirêkên me pirin dijî wan neyarên me. Tevlihevbûn nav her çar perçê Kurdistana me da jî heye, yek ji yekê dijwartire. Lê em çi bikin?
Em Kurdên dîasporê jî dikarin piştgirya Welatê xwe bikin, eger komela xwendavanên me avabe , bi taybetî li dewletên mezin da, yên ko roleke mezin dilîzin ser pirsgirêkên cîhanê da.
Dewleta nav rojekî da avanakin, dibê em bi programên profêsîonal, gorî zanistîya kanonên mirovatî, karên nû amade bikin û bi sala ve kar bikin. Pêra jî programa bo edeba baş, bo malbatên kurdê me belakin. Em bîrnakin, ku zarokên me paşerojên mene. Karên rûmet dibê berdewam be bi zarokên me ve. Em bîrnekin kêmasîya me- tunebûna xwendine nav piranî kurdên me, bi taybetî li Welatê me da. . Gelek girînge karê propaganda nav miletê me. Hezera kurdên me asîmîle bûne û hê jî dibin. Pêwîste xebatên lez dijî asîmîle bûna miletê me kar bînin. Pir girînge xebatên me bo parastina- Welatê me, kurdbûna me, dîroka me, keda navdarên me û şoreşgerên me , nivîskar û dengbêjên me, her beşên hunera kurdî, . Bi belakirina ked û xevatên rûmet, bi naskirina çand û edetên me, stran û helbestên me, em bi şeveroka nav miletê me van tiştên girîng bo xaykirina kurdbûna xwe, bo edeba kurdawarî hundanebe, bi taybetî bo kurdên me dîasporê, bo asîmîle nekeve nav malbatên wan. Ev pirsgirêka mezin ber derê her kurd jî dikare bisekine, hingî kanonên Auropî pir sert û hişkin bo edeba zaroka û gênca. Yekrêzî û tifaq pir pêwîste, bo her pirsgirêkên nav miletê me, bo bi hevra çareserî bivînin ber her pirsgirêk û dijwarî ya nav malbat girtî heta bo timamî netewa me jî. Em bi hevra qewatin.
Ezê nimûnek bêjim- serkeftin û keda kurdên Qavqasê, bi taybetî li Ermenistanê . Nav tifaqa wan çêbû, nav yekrêzî. Nav kurdên me li Ermenistanê, herî pîroz parastina ziman, çand, dîrok bû, paşê dihat dîn û îmamê wan. Nav kurdên me Sovyêta berê, nav Civaka wan tunebû kurdê misilman û kurdê êzîdî, kurdê xwendî û kurdê nezan, herçiqas jî karên rûmet, bo tifaqa miletê me, bi taybetî piranî kurdên me xwendavan,bi zanistîya xwe ve xebat dikirin, programên wan jî tim berdawam bû, pir aktîv bûn. Milet bi xwe jî bi rêz bawarya xwe didan ronekbîrên me. Îro hemî kurd û Kurdistan dizane ji ew karên ronekbîrên me çi kedeke mezin heye bo hemî kurd û Kurdistan.
Em rêz, cî bidin xwendavanên me kurda. Aqil taca seraye. Hilbet ev meselê me hema usa negotine. Îro li dîasporê Auropa da potênsîala xwendavanên me mezine, dibê bi hevra şêwir bin, çawa komeleke baş, resmî bê avakirin. Komela avabe, program jî roj bi roj wê zêde be û roj bi roj emê serkeftî bin.
Dibê armancên şoreşgerên me, şehîdên me berdewam be. Ger îro em razên, wê sibê dereng be mixabin.
Em hîvya çi ne, hîvya kê ne? Em hîvya piştgirya dewletên mezin nebin, lema îda gelek cara ew bi derewên xwe me tenê ber gura ber neyarên me hîştin. Erê em bimînin nav “dostanîya ” dewletên mezin, dewletên cînar, lê îtwara wan tune, her çiqas jî karê diplomasî berdewame. Em, ronekbîrên me dikarin piştgirya Welatê xwe bikin, eger bi hevra kar bikin. Şikir îro her beşên zankoyî da jî kurdên me serkeftî hene li dewletên mezin da, yên ko xelatên mezin standine. Hemî cîhanê da bo wan rêz heye, ew serbilindya mene. Lê em çima nikarin ew aqil, mejûyê wan bo Welatê xwe jî nedin xevatê? Hilbet ew jî hîvya miletê me ne?
Kêmasîkî me heye- em kurdên xwe bilind nakin, lê bo rexne û heqaret lez û bez amadene. Hê jî nav miletê me pirin, yên ko tenê bo heqeret jîrhatîne, lê bo xêrxwezî na. Nav miletên Auropa pir girînge rexne kirin. Ew bo wan xêrxwezî e, lê nav miletê me ew tişteke şerme, ne raste. Ger em şaşî yên xwe bi zimanê nermik û maqûl bêjin, ewê tenê me berbi serkeftin bibe. Lê mixabin, em şaşî yên xwe bi heqeret dibêjin û hev jî dêşînin,bêzar dikin. Ev jî kêmasîya meye, ku em navînin, yan jî naxwezin bivînin. Carna ez pir dixwezim bi dengeke bilind bêjim- em hev hiznakin, lema yekrêzî tune nav me. Lê ez dizanim ku geleka min femnakin çima ez usa dibêjim. Mezinê me tim mera şîreta didan, bo em şaşî nekin, lê gelo em nav miletê xwe jî dikarin hev şîreta wek mezine me bidin- hêsa û bi şirovekirana wan şîreta. Hilbet em hê jî rast navînin rewşa xwe bindestî, bêdewletî, eger kûr û rast nafikirin çima tifaq tune nav miletê me, çima em ji hev zû bi xeyîd bêzar dibin. Eger em hev hiznekin, hev rêz nedin îjar emê Welatê xwe çawa avakin? Pêwîste em, ronekbîrên kurda bo her şaşî yên miletê me karên rûmet û mezin bikin, eger em birastî dixwezin piştgirya miletê xwe û Welatê xwe bikin. Ez bawarim ku em dikarin, tenê egle nekin, hilbet sibê dereng be.

Comments

comments

1 COMMENT

  1. Goh ar Xanîn Rojbaș, Ez gıda te xwând û mın femkîr. Raste, em gêlé Kurd gerek xwêyé xwê û xwêdiyé wêlaté xwê bîbın. Hêger Kurd milli bîn, heger gêlê Kurd jî mêjûya dîjmin derkevin, jî bîndest qêbûl nekin, heger Netewî Kurdistan fêm bîkin, heger gelê kurd statüyé Axê Kürdistan bîparize, heger Kurd bîni tesirê dûjmin; İran, Irak, Suriye û Tırlka dwrkevin,, nav berî gêlé Kurda dost û Diyalogé germ çêbe, Netewî yek bîji yek an Kurd, an Kurd bîji Dîl û Êșqê wêlaté Kurdistan têke nav dîlé xwê, ev vi çaxé, gotêna te tê cih. Bîmre koleti, bîji Kürdistan ê serbûxwê.

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.