Nvîskar: Nuredîn sofîzade
Rĕjîma íranĕ roja 19 gulanĕ da dĕ maşkanĕ u sinaryoekĕ li jĕr navĕ hilbijartina serok koma u civatĕn bajar u gondan li îranĕ da birĕwe bibe.
Piranîya part u alîyĕn dijber u opozisyona rĕjîmĕ u bi taybetî part u rekxistinĕt rojhilata kurdistanĕ ew maşkanĕ ya han baykot kirine u daxaz ji xelkĕ kirine tevli nebin u deng nedin .
Ewa ku pirsyarĕ tîne holĕ ku çima baykot , ez wek kurdekĕ wanî bersiv didim ku bi hegera wan çend xal u hegerĕn jĕrîne.
1- li sistema komara islamîda ewa tu biha tunebe deng u irada xelkĕye u rĕberĕ rĕjîmĕ xwe sîber u nunerĕ xodĕ dizane ew serweyî xelkĕye u qeyumĕ xelkĕye . ew heq dide xwe ku bela xelkĕ jî bifikre.
2- rĕjîm gelek berî hilbijartinĕ ew kesĕ ku meslehet be dîyarî dike u deng dan yan nedana xelkĕ çi ji meselĕ nagohore.
3- tenĕ ew kesane dikarin berbijĕr bin ku mora pejirandina rĕjîmĕ li ser be u bikarin li parzunkĕ şĕvra nobedar derbas bibin .
4- mafĕ wek hev bo hemî xelkĕ îranĕ re tuneye ku bikarin xwe berbijĕr bikin . çi ĕk ji kurd , ereb , azerî , torkemen , beluç u lor u gîlek li ber ewĕ ku fars ninin mafe xwe palavtina bo serok komarîyĕ toninin u tenĕ fars dikarin bibne kandîd ku renge 15% xelkĕ îranĕ bin u 85% maf jĕ tĕte bin pĕ kirin.
5- xwedî yĕ çi ol u ainekĕ wek şîîyĕn 4 îmamî 6 îmamî u 1 îmamî u 8 îmamî , sunnî , mesîhî , behaî , aşurî , zerdeştî , kelîmî , yarsan u yehudî li îranĕda maf tuninin bo posta serok komarîyĕ xwe kandîd bikin , tenĕ ew mafe yĕ şîîyĕn 12 îmamîye .
6- kesek dikare bibe serok komar ku bavirmendĕ tevav bi wilayeta motleqeye feqih be.
7- jinan maf tuneye ku ji bona posta serok komarîyĕ xwe kandîd bikin .
8- izin bi çi ragehandinekî azad , bîhanî , rĕkxistinekî zĕrewanî nayĕte danĕ ku ji nĕz we rumala hilbijartinĕ bikin.
9- serok komar u heçî berpirsekî dinĕ li îranĕda çi deshelat çinine u heta şîyan u deshilata kite soz u qewlekî xwe jî çinîne ku li dema pirupagenda hilbijartinĕ da dabu xelkĕ , u tenĕ dibe biryarĕ rĕberĕ rĕjimĕ birĕwe bibe ku rĕber xwe sîbera xodĕ ser erdĕ dizane .
10- rĕjîm tenĕ bo wĕ yekĕ jji xelkĕ dixaze ku li hilbijartinĕ da beşdarîyĕ bikin , heta ku pirupagenda mĕdiaî pĕ bike u bo dunyaya derwe rabigehine ku xelk piştîwanĕ rĕjîmĕye .
Belĕ bi wan çend xalĕn serwe îsbat dibe hilbijartin li jĕr deshilata rĕjîma melayanda dure li dĕmokrasî , u hemî urf u isulekî hilbijartinĕ , lewma nabe xelik bĕte xapandi u li sinaryoyekî direwin ku rĕji bo pirupagenda xwe rĕk dĕxe tĕda pişikdarîyĕ bikin u bi çona xwe bo ser sinduqan berheqîyĕ bidne wĕ rĕjîmĕ .
Ewa serĕ 40 salane mafĕ xelkĕ îranĕ bi giştî u gelĕ kurd bi taybetî girtin kuştin tepesrî u bendîxane buye .
heçî kîjan ji serok komar u deshilatdaran li dema pirupagenda hilbijartinanda ji bona xapandina xelkĕ u kĕşana wan bo ser sinduqan qewl u sozĕn birqok dane . Lĕ heta îro rojĕ heta nekarîne sozekî xwe bi cî bigehinin .mafĕ netewan , aînî, jinan, azadîya rojnamewanî , herwisa tĕte binpĕ kirin .
Roj bi rojĕ bona parastina situnĕt wĕ rĕjîmĕ milîtarîze , rewşa tunde tepeserî u emnîyetî zĕdetir dibe.hemî ew zulm u bĕ mafîyane bo me gelĕ kurd çend car pitir tĕte kirin . lewra bila wĕcarĕ gelĕ me bi neçon u beşdar nebuna xwe li wĕ maşkanĕya rĕjîmĕda bi baykot kirinĕ , bidne kivşĕ ku rĕka xwe ji ya wĕ rĕjîmĕ cuda dikin . bila wĕne zĕdetir iznĕ nedin ku rĕjim ji bona berjewendîya xwe u pirupagenda xwe bo derweyî welat mifahĕ ji hizura wan wergire u wisa bide kivşĕ ku gelĕ kurd bĕ kĕşe u daxazî , ji rĕjîmĕ razîye u li gel wĕ daye u pîştîwane.
hivîdarim gelĕ hişyare kurd bi baykota maşkanĕ isbat bike ku bĕ mafe u berdewam hatîye tepeser kirin u hertim bi du derfeta rizgar buna li qeyd u benda wĕ rĕjîma diktator daye.