Di roja cîhanî ya zimanê dayîkê de, Komleya Mafê Mirovan a Kurdistana Îranê li Jinêvê, derheq astengiyên ku li ser riya zimanê dayîkê çê dikin, daxuyaniyeke nivîskî ji raya giştî re belav kir.
Di beşeke vê daxuyaniyê de hatiye:
“Herçend ku ziman bi awayekî sade, wek emrazeke pêwendiyan di navbera takekesan û têgihîştinê tê pênasekirin, lê ji aliyê hinek netewe û welatan ve, wekî emrazeke siyasî bo jinavbirina zimanê gelên din mifah jê tê standin, wekî zimanê Kurdî li welatên wekî Tirkiye, Îran û Sûriyê. Her ew siyaseta serkutkerane bûye sedema dijkiryara neteweya Kurd bona vê ku ziman wekî nasnameyeke neteweyî bizane, û bergiriyê jê bike.
Xwendin û axavtin bi zimanê dayîkê nabe bibe mijareke siyasî û bo serkutkirina neteweyekê bê bikaranîn. Giringiya ziman di vir de ye, ku ji riya ziman ve em dikarin, digel neteweyên din me pêwendî hebe”.
Di beşeke din ya vê daxuyaniyê de hatiye:
“Em wekî Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistana Îranê-Jinêv, bi boneya roja zimanê dayîkê pîrozbahiyê li gelê Kurd û gelên bêmaf ji xwendina bi zimanê dayîkê dikin, û wan çenda daxwaziyan radixin berçavên wan:
1-Em daxwazê ji rêkxirawên navneteweyî ên mafê mirovan û deshilatdar dikin, zexta zêdetir bixin ser welatên endam, da ku bûdce û îmkanatan bo dersgotina bi zimanê dayîkê di xwendingehan de danên, û wekî zimanê fermî mil bi milê zimanê fermî ê welat di xwendingehan de bê xwendin.
2-Em ji Îranê daxwaz dikin ku esla pazdeh ya yasaya bingehîn guhertinê bi ser de bîne, û bi bifermînasîna zimanê neteweyên din, wekî zimanê xwendina di xwendingehan de, bi cih bike, û wekî zimanê fermî ê dewletî, zimanên din jî bi zorî bêne xwendin.
3-Em daxwazê ji xortên neteweya Kurd li her cihekî de dikin, ku xwe hînî xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî bikin, û xwe ji têkelkirina peyvên bîhanî bi zimanê xwe dûr ragirin.
4-Em daxwazê ji civaka medenî û çandî ya Kurdî dikin, ku di navxwe ye welat de, hewlên xwe bo bifermînasîna bizorî ya zimanê dayîkê di xwendingehên Kurdistanê de çirrtir bikin.
5-Em daxwazê ji nivîser û helbestvan û nîgarkêşên Kurd dikin, ku helbest û çîrokan bo zarokan binivîsin, û wênekêş bi wênekêşanên xwe, rola xwe bilîzin, û zarokan bikin hogirê xwendina helbest û çîrokên Kurdî”.
Hêjayî basê ye ku di çend rojên borî de, gellek navendên ferhengî li vê derheqê de daxuyanî belav kiribûn, û bi hûrî bas ji zexta li ser zimanê Kurdî bi taybetî li bin siya deshilata Komara Îslamiya Îranê de kiribûn.