Cîgirê Trump bo Ebadî: Em razî nabin Îran bibe gef li ser hevpeymaniya me!

0
873

Destxweşî li hemahengiya Pêşmerge kir.

Cîgirê Trump bi rêya serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ve gef li Îranê kirin û ragehand, Amerîka razî nabe Tehran bibe gef bo ser hevpeymaniya Amerîka û Iraqê. Herwaha destxweşî li hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên ewlehiyê kir.

Buroya ragehandina cîgirê serokê Amerîkayê Mike Pence daxuyaniyek belav kir û derbarê naveroka civîna cîgirê serokê Amerîkayê Mike Pence û serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ya li bajarê Munchenê de agahî dan.

Daxuyaniyê de hat gotin: ‘’Îro Mike Pence û Heyder Ebadî li bajarê Munchenê civiyan û di wê civînê de cîgirê serokê Amerîkayê destxweşî li hêzên Iraqê kir û serkeftinên wan ên di şerê DAIŞê de pîroz kir, herwaha spasiya serokwezîrê Iraqê kir, ji ber qurbanî dana gelê Iraqê ya ji bo têkbirina DAIŞê.

Herwaha hat gotin ku Amerîka razî nabe Îran bibe gef li ser seqamgiriya hevpeymaniya li navçeyê û ji wê jî hevpeymaniya li gel Iraqê.

Herwaha her du aliyan amaje bi vê yekê kirin ku pêwîste pêşdeçûn di şerê dijî DAIŞê de berdewam bike û aboriya Iraqê bê geşe kirin û alîkariyên berdewam jî hebin bo rizgarkirina Mûsilê.

Herwaha girêdayîbûna her du aliyan a bi hevbeşiya demdirêj a di navbera Amerîka û Iraqê de teqez kirine, li ser bingehê rêkeftina stratejîk a hatî pêkanîn ve.

Herwaha cîgirê serokê Amerîkayê destxweşî li hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê kiriye.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.