Girtiyekî Kurd zêdetir ji 8 sal e ku çarenûsa wî nediyar e

0
652

Mamostayekî olî ê Kurd ku di girtîgeha Recayîşehr a Kerecê de ye, zêdetir ji heşt sal e ku çarenûsa wî nediyar e.

Li gora nûçeyên ku hatine belavkirin, Ferhad Selîmî mamostayê olî ê Kurd ku di girtîgeha Recayîşehr de, li roja 19`ê Rêbendana sala 1388`an de hatiye girtin, zêdetir ji heşt sal e ku çarenûsa wî nediyar e.

Navbirî piştî girtinê, bo odeya takekesî a Îdareya Îtila`at a bajarê Urmiyê hatiye veguhastin, û bo heyama heşt mehan di bin îşkence û lêkolîna berpirsyarên girtîgehê de bûye, piştre di meha Pûşpera sala 1389`an de, bo girtîgeha Êvînê hatiye veguhastin, û bo heyama şeş mehan di odeya takekesî, benda 240 û 209`ê ya girtîgeha Êvînê de bûye. Di meha Befranbara 1389`an de, bo benda 350 ya vê girtîgehê hatiye veguhastin, û cara dawiyê di 25`ê Xakelêweya sala 1391`an de, bo girtîgeha Recayîşehr ya Kerecê hatiye veguhastin.

Ew girtiyê Kurd di heyama zêdetir ji 8 salan girtinê de, ji mafê îzinwergirtinê bêpar bûye.

Berpirsayetiya girtîgeha Recayîşehr a Kerecê ji sala 1389`an ve ketiye stûyê Mihemed Merdanî, ku navbirî piştî wergirtina vî berpirsayetiyê, girtiyên vê girtîgehê û bi taybetî girtityên siyasî xistine bin zextê de, û her bi vê sedemê jî, girtiyan nerazîbûna xwe derheq çawaniya reftara digel girtiyên siyasî eşkere kirine.

Bo mînak girtî ji mafê îzinwergirtin û îmkanatên tendurustiyê bêpar kirine, û hevdîtina girtiyan digel malbatên xwe, di bin çavdêriyê de ye.

Bi sedema zexta berpirsyarên girtîgehê di îdareya girtîgehê de, çend roj berî niha girtiyek bi navê Meysem Kerîmpûr xelkê Xuremabadê xwe kuştiye, û berpirsyarên girtîgehê di hemberî vê pirsê de ku “Bi bê xwendingeh û alavên leyîzê, em çawa dema xwe tejî bikin? “, bersiv ew bûye ku “Hûn dikarin bo mijûlbûna xwe, qur`anê bixwînin”.

Berpirsên hikûmeta Îranê, çendîn carî ji aliyê rêkxirawên cîhanî ê mafê mirovan ve derheq çawaniya serederiya digel girtiyan hişdarî bi wan hatiye dan, lê hikûmeta Îranê guh nedayê,û roj bi roj rewşa girtiyan bi taybetî di girtîgeha Rewcayîşehr de, ber bi xirapiyê ve diçe.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.