Pentagon: Fermandarek mezin ê El-Qaîde hate kuştin

0
797

Wezareta berevaniya Amerîka, Pentagon roja Şemiyê di daxûyaniyekê de ragihand ku fermandarekî El-Qaîde yê di astek bilind de li Yemenê di êrişek esmanî de hatiye kuştin.

Pentagon ragehand, li heftiya borî di êrîşeke firokeya bê firokevan de li Girava Erebî rêveberê rêxistina terorîst El-Qaîde hatiye kuştin û kesê hatî kuştin Abdilxanî Qasim El-Rasas e.

Gotûbêjê Pentagonê Peter Cook dibêje di êrîşa ku 8ê vê mehê li parêzgeha El-Beyza pêkhatibû fermandarê El-Qaîde di wê êrîşê de hatiye kuştin, weke Pentagon radigihîne, kuştina El-Rasas dê çalakiyên El-Qaîdê li Yemen û herêmê asteng bike.

Washington şaxê rêxistina El-Qaîde ya ku li Yemenê heye, şaxê herî metirsîdar dibîne.

Çavkaniyên herêmî dibêjin, Droneke girêdayî hêzên esmanî yê Amerîka, wesayîta ku Abdulxanî Qasim al-Rasas têde bû kir Armanc.

Fermandarîya Navendî ya Leşkerîya Amerîkî (CENTCOM) Înê dabû xûyakirin ku wan du êrîş li Yemenê li dijî fermandarên El-Qaîdê pêkanîne, bê ku hurgiliyên van êrîşan eşkere bike, be tenê dabûn xûyakirin ku li navenda Yemenê wan êrîş birine ser fermandarên rêxistina El-Qaîdê.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.