Hukmê girtin û dûrxistinê, bi ser ruhaniyeke Kurd de hate sepandin

0
698
roja borî di Tewrêzê de ruhaniyeke Kurd piştî vê ku bo dadgeha Ruhaniyet ya vî bajarî hatibû vexwandin, hate girtin, û bo girtîgeha navendî hate veguhastin.

Mela Riza Ebdî, di heman dadgehê de bi şeş mehan hepsa “te’izîrî” û dûrxistina bo heyama du salan bo derveyî bajarê Urmiyê hatiye mehkûmkirin, û yek ji kesên nêzîkî vî di gotûbêjeke kurt bi Aajansa Kurdpa re ragehand ku wî hukm wergirtiye, û bilez ew şandine girtîgehê.

Ew dadgeha rasterast di bin çavdêriya Elî Xamineyî de ye, û berpirsê serederiya qezayî digel ruhaniyên rexnegir û dijberên hikûmeta Îslamî ye.

Pêştir birêvebirina xwendingeha zanistên dînî ên Selahedîn Eyûbî (Urmiyê) û herwisa pêşnimêjiya mizgevta Quds ya bajarokê Îslamabadê, li stûyê Mela Riza Ebdî bû.

Li gora gotina vê çavkaniyê, nûnerê Weliyê Feqîh li parêzgeha Azerbaycana Rojava, digel îdareya giştî ya Îtila’ata Urmiyê, şakiyên Mela Riza ne.

Pêştir jî Ajansa Kurdpa navê aliyê kêm, neh zanayên Kurd ên olî ku bi biryara Îtila’ata parêzgeha Azerbaycana Rojava ji karê xwe wekî mamostatiya zanistên olî hatibûn dûrkirin, belav kiribû.

Kesên derkirî di rastî de, li ser eta fikra tevgera “De’iwet û Îslah”ê ne, ku di bingeh de, wekî saziyeke medenî û nermrev tê hesibandin.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.