Sê şanonameyên Kurdî di pirtûkekê de hatin çapkirin

0
913

pirtûkek li jêr navê “nimayişnameyek era bazî” bi pênûsa Nesrîn Babaxanî ji aliyê weşangeha “Dastan” ve hate çapkirin.
Ew pirtûk sê berhemên şanoyî di 70 rûpelan de bi xwe ve digre, ku yek ji wan şanonameyan par karî xelata taybetî ya festîvala “Amed” li Kurdistana Tirkiyê bi dest bîne.

Nivîsandina pêşgotina vê kitêbê ji aliyê Dr. Bêhrûz Çemenara ve bûye, û Jiyar Cehanferd pêdeçûna wê kiriye.

Pêştir berhemên din ya Xatû Nesrîn hatiye çapkirin, ku em dikarin îşarê bi kurteçîroka “Miştê Xweşî” û wergerana şanonameya “Waryasiyon Ordek” bikin”.

Ew pirtûka bi navê “Nimayişnameyek era bazî” bi zarawayê Kurmanciya Xwarê (Kurdisya Kelhurî)

Hatiye nivîsandin, û bi zûyî di pirtûkfiroşiyên Kirmaşan, Urmiye, Sine û Îlamê de wê bêne danîn.

Nesrîn Babaxanî sala 1361’an li bajarê Kirmaşanê ji dayîk bûye, û bawernameya dukturayê di wêjeya Îngilîzî de, di Almanyayê de wergirtiye.

Navbirî ji sala 1385’an şûnda mijûlî nivîsandinê di warê ziman û wêjeya Kurdî de ye.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.