Partiyên Kurd hilbijartinên Îranê boykot dikin

0
1334

Herî dawî şeş partiyên Rojhilat bêyî tevlîkirina PJAK’ê di daxuyaniya xwe de di derbarê hilbijartinên serokomarî û encûmena gund û bajarên Îranê de biryara boykotkirinê dan. Wan aliyan ragihandin ji ber ku ev hilbijartin di rewşeke xeyrî demokratîk û ne azad de têne lidarxistin, ewê wan boykot bikin

Partiyên ku ev hilbijartin boykot kirine, didin xuyakirin ku tekane rê ji bo demokratbûna Îranê û gihiştina Kurdan bi mafên xwe, guhertina sîstema Îranê ye û li gora ku ew dibêjin, di yasaya bingehîn ya wî welatî de ne mafê jinan parastî ye, ne yê karkeran, ne jî ol û neteweyên cuda.

Çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê, mînaka herî berbiçav ya nedana azadiya neteweyan, girtin yan jî rênedan bi weşandina herî kêm 15 kovar, belavok û heftenameyên Kurdî tînin ku di serdema Hesen Rûhanî serokkomarê niha yê Îranê de hatine encamdan. Ew amaje dikin bûdceya saziyeke navçeyî ya bi ser rêxistinên ewlehî û îstixbaratî yên Îranê ve, ji bûdceya çap û weşana Kurdî zêdetir e. Tenê ew pirtûkên Kurdî û ew rojname bi bûdceya dewletê derdikevin, yên ku di berjewendiya hikûmetê de ne.
Mehmûd Ehmedînijad jî weke Rûhanî serokkomar bû. Ne çar salan lê heşt salan. Asta azadiyê li wî welatî herî kêm kiribû. Lê dîsa jî hin Kurd peyda bûn beriya ku navê wî derkeve yan jî bê redkirin, bi kincên xwe yên bav û kalan, propagende ji kesekî re kirin ku hukma darvekirina sedan ciwanên Kurd di serdema serokkomariya wî de hatibûne dayîn.

Li vir behsa redkirin yan jî erêkirina selahiyeta berendaman ji aliyê Komara Îslamî ve nayê kirin. Lê belê behsa baykotê û beşdarînekirin di proseya dengdanê de germtir e. Opozîsyona Îranî jî, ji ya Kurdan cuda ye. Hin ji wan baykota hilbijartinan dikin, hinek bêdeng in û hin jî beşdar dibin. Lê partiyên Kurdî yên Rojhilat, dengekî cuda hene. Ew ji serdema Dr. Ebdulrehman Qasimlû ve ku ji aliyê Komara Îslamî ve hate terorkirin, hemû hilbijartinan baykot dikin. Herî dawî şeş partiyên Rojhilat bêyî tevlîkirina PJAK’ê di daxuyaniya xwe de di derbarê hilbijartinên serokomarî û encûmena gund û bajarên Îranê de biryara boykotkirinê dan. Wan aliyan ragihandin ji ber ku ev hilbijartin di rewşeke xeyrî demokratîk û ne azad de têne lidarxistin, ewê wan boykot bikin. Ew dibêjin ne di hilbijartinên gund û bajaran de û ne jî di ya serokkomariyê de, berendam bi şêweyek demokratîk neketine holê ji ber ku selahiyeta kesên dijberî Komara Îslamî tê redkirin. Her wiha wan aliyan ji Kurdên wî perçeyî jî xwestin ku roja hilbijartinên wî welatî neçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar neyinin. Ew şeş alî, Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î), Partiya Komunîst a Kurdistana Îranê, Komeleya Zehmetkêşanên Kurdistanê, Hizba Demokrat a Kurdistanê (HDK), Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşanên Kurdistana Îranê û Komele-Rêxistina Kurdistanê ne.
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK di hember de dibêje bi sedan şervanên wan ji bo demokratîzekirina Îranê canê xwe dane û mafê wan jî heye tevlî proseya siyasî li Rojhilat bibin. PJAK’ê hêj hilbijartin baykot nekirine lê ragihandiye eger Îran derfetê ji bo guhertinan pêk bîne ewê beşdar bibin. Lê dibêje pêwîst e xelk beşdarî hilbijartinên encumenên gund û bajaran bibin. Ji bo ku kesên ku kesên xwedî şiyan bibin rêveberên gund û bajaran. Lê ew şeş partiyên din dibêjin berendam ji fîlteran derbas bûne û ti yek ji wan serbixwe nîn in da ku bikaribin mirovên azadîxwaz yan jî demokrat bin.
Eger lixwekirina kincên Kurdî ji bo wan kesan tê qebûlkirin ku propagendeyê ji bo berendaman dikin, lê bi ti awayekî ji bo jina ku dixwast bi kincên Kurdî here Wezareta Navxwe da ku navê xwe weke berbijêr tomar bike, nayê qebûlkirin.
Derxistina stranên Kurdî di beşa mûzîka zanîngehan de nayê qebûlkirin, lê ji bo wan hunermendan qebûl kiriye ku bi stranên Kurdî propagendeyê ji bo berendamên hilbijartinan dikin.
Partiyên ku ev hilbijartin boykot kirine, didin xuyakirin ku tekane rê ji bo demokratbûna Îranê û gihiştina Kurdan bi mafên xwe, guhertina sîstema Îranê ye û li gora ku ew dibêjin, di yasaya bingehîn ya wî welatî de ne mafê jinan parastî ye, ne yê karkeran, ne jî ol û neteweyên cuda. Ew dibêjin eger em libenda guhertineke bingehîn di çarçoveya Komara Îslamî de bin, dişibe kesê ku li ser kaniyeke hişk û zuha, li benda avê ye.

BAS – Eskender Ceiferî

 

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.