Li Ormiyê du kurdên din hatin îdamkirin

0
875

Li bajarê Ormiyê yê Kurdistana Rojhilat, 2 girtiyên kurd “ji ber madeyên hişber” hatin îdamkirin.

Îro danê sibê hat ragihandin ku 2 girtiyên kurd li zîndana Ormiyê de, bi hêceta bazirganiya madeyên hişber hatine îdamkirin.

Ew girtiyên ku hatine îmdakirin, navê yekê Sîna Husênpûr û navê yê din jî Qiblelî Merdanî bûye.

Girtiyên han û girtiyekî din bi navê Pêyman Zarizade duh bo îdamê derbasî qerentînê hatibûn kirin her wiha malbatên wan bi wan re hevdîtin kiribûn û xatirê xwe ji wan xwastibûn. Lê ji wan girtiyan, 2 kes hatin îdamkirin yê din jî vegerandin zîndanê.

Girtiyê bi navê Qiblelî Merdanî, di nigê xwe de seqet bûye û li ser kursiya tekerdar (wîlçêr) birine ber dara îdamê!

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.