Îro, Ne Sibê

0
563

Ciwanmerd Kulek

Hevalê min got, “Nivîskarên kurd wek pêxemberan dinivîsin.” Berî ku ez bibêjim çima, wî bi xwe sebeb diyar kir: “Wek wehîyek be bi fikra pêşî digirin û bêhna xwe fireh nakin ji bo fikra duyemîn were.”

“Were çi?” vê carê mam şaş û min jê pirsî.

“Were a pêşî rast bike.”

Dû re kete navê, lê pê re pê re meseleya me kurdan û nivîsandinê ji bîr kir bi kelecaneke eşkere, dûr û dirêj, qal kir ku çima ji nav welatên rojhilatî pêxember û ji nav ên rojavayî fîlozof rabûne. Ê min jî, di ber bayê xeberdana wî re, hişê min çû ser kitêbên kurdî û keftûlefta  nivîsandinê. Coş û baweriya her car a dema nivîsînê ku ji te we ye tu tiştekî herî nebînayî dikî, çongşikestin û sistbûna ku dema piştre lê vedigerî tu bi xwe  ji xamîtiya wê bawer nakî û yan ji serî de dest pê dikî yan wê nivîsê virr dikî davêjî… Gotineke ku min gelek caran ji weşangerên kurd dibihîst hat aqlê min: “Filankeso nivîskarekî baş e ya rast, lê dema dinivîse pir lez dike,” yan “Dibû ku berhemeke baş ji vê derketa eger bêvankes ewqas lez nekiribûya,” yan jî “Lazim bû cardî bi bêhneke fireh li berhemê vegeriya û heta ji nû ve binivîsiya.”

Rast e, berxaneya me hîn weku di qonaxa destpêkê a piştî çêkirina matbeayê de be, hînê zêde zêde tişt hene em bikin bo ku xwe bigihînin îroroya welatên bi desthilat û pêşketî. Lê, ew ji me dipirsin, em ji xwe dipirsin, herkes dipirse: Çima ewqas lez û bez?  Çima “bêhna me ne fireh e” li berhema ku em gelek caran ji reşika çavên xwe bêtir qîmetê didinê û hêviyê jê dikin? Nexasim piştî ku “ji ber ku em li hêviya aqlê paşî nasekinin û bi a aqlê pêşî dikin em tucarî ber xwe nabînin û bi ser nakevin,” piştî ku kes kitêbên kurdî ji destê hevdu narevîne? Bo çi ev bêtebatî?

Xebateke îstatîstîkî tune ye bes bawer im îro hejmareke zêdetir a nivîskarên zimanê kurdî heye ji hejmara xwendevanên kurdî ên heştê sal berê, dema Celadet Bedirxan ji bo karibe Hawarê çap bike diçû ji Beyrûdê kaxez dikirî. Herwiha, şikeke min tune ye ku îro hejmara xwendeyên kurdî ji a dema Ehmedê Xanî jî zêdetir e. Awireke wisa tenê vê pêşberî me dike: Celadet Bedirxan jî û Ehmedê Xanî jî di wan herdu rewşên bi kêm-xwendeyên kurdî de hem mafdar hem jî neçar bûn ku hêviyên xwe bispêrin pêşerojê û doza xwe bikin ji nifşên dahatiyê. Lewma wan bi rihetî karibû bêhna xwe fireh bikin bo bi sedan salên li pêş. Ji bo herduyan jî milletek hebû û zimanê wî milletî hebû û ewî milletî bi zimanê xwe diaxift, bes nizanibû bi zimanê xwe binivîse, bixwîne. Lewma cehd û xebat, hêvî û mereq ji bo wê bû ku ji axiftinê derbasî nivîsandinê bibin. Ev hêviyeke nêzîktir, nermtir û hêsantir bû li beramberî hêviya nivîskarên kurd ên îro. Çinku li Bakura Celadet û Xanî îroro pirraniya kurdan erê xwende ne lê zimanê tirkî çi bigire bûye zimanê sereke di jiyana wan de. Îcar pirs ev e: Eger milletek bi zimanê xwe zanibe kîjan rojê be dikare fêrî xwendin û nivîsandinê bibe, lê ku ew millet êdî bi zimanê xwe nizanibe? Hînbûna axaftinê jî bi qasî ya nivîsînê hêsan e? Bêguman na, eger te zimanek hebe tê wê maneyê ku dikarî wî biaxivî, illeh ne ew e ku tu zanibî binivîsî. Wê çaxê hêvîyên ji pêşerojê ji bo nivîskarê îro zehmettir dibin û wek tekerê erebeya di herriyê de teqinîbe û ji neçarî bileztir di ciyê xwe de badanaj bike, ew jî bêtir, hîn bêtir dilezîne ku ji wê teqnê xelas bibe.

Vêca nivîskarê kurd ê îro gava dinivîse di dilê xwe de hinekî jî bi vê pirsê diqilqile: Lê ku ziman bi temamî  ji nav here? Û ew ihtîmal roj bi roj li ber çavê wî xurttir dibe, wê pêşeroja ku Xanî û Celadet hêvî dikir dûrtir diçe. Herçiya ku rû dide tesîrê li qelema wî dike lê di bergiya vê de qelema wî hîç hukmek li ser rûdanan nake. Ji bo wî, li sedsala bîst û yekê pêşeroj vekişiyaye quncikeke dûrtir û tarîtir di gerdûnê de. Ew jî radibe fikr û ramanên xwe yên li ser sebeba vê rewşê bi tirkî dinivîse, çinku dizane ku ew ji bo îro tên gotin û sibê tune ne, tiştên ayidî wê rojê bi zimanê wê rojê, bi tirkî, dinivîse. Erê ew bi kurdî dihise lê bûyer bi tirkî rû didin. Çîrok, roman û helbestên xwe bi kurdî dinivîse çunkî dizane ew ji bo sibê ne, ancaq ew bigihêjin wê xala dûr û tarî a di gerdûnê de,  wê dema, wê qonaxa ku hêvî û gumana wî ew e ku xwendevanên kurdî ê lê amade bin. Bi çavê serê xwe nebûn jî dîtiye û jidestçûna tiştê hebû jî dîtiye,  wê fikar û waswasê dike ku gelo ê bi saxî û silametî bigihê sibê. Nasekine, dilezîne. Difikire ku eger sibero xewn û hêviyên Celadet û Xanî bûn rastî, halê kurdan û kurdî yekcar baş bû, û berhema ku keramet û aqûbeta wê di wê siberojê de didît nehatibe nivîsandin? Neqediyabe? Nehatibe çapkirin? Nehatibe belavkirin? Helbet tebatî nayê. Ji xwe re bidin bala xwe, dawiya dawî amanc û xeyala wî ne ew e ku nemiriyê zeft bike, ew e ku kurdî nemire.

Lê vê dawiyê hesteke tûj, gelekî bi kurd û kurdîtî ve girêdayî û her roj ji nû ve dijî, xişûşiyeke dîtir dixe dilê wî: lê ku ew pêşeroj hîç tune be?  Bîr û baweriya ku pêşerojek heye lê dûr e teletel şûna xwe dihêle ji vê bedgumaniya xasûk re. Vêca lez û beza maratona ku ji bo pêşerojeke dûr pêwîst bû vediguhere triatlon (pêşbaziya di sê cureyên werzişê de –bazdan, avjenî, pisqilêtajotin)a ji bo îro. Wate: Kurdî, îro, ji bo îro. Berê min li malê, di rê de di ber xwe de dibişirim gava gotineke hevalê min tê bîra min: “Bêmane ye mirov ‘wek’ filôzofan be, ‘wek’ pêxemberan be.”

Ji 2004an, ku cara pêşî min dest bi nivîsandina kurdî kir, heta îro min heft kitêb bi kurdî nivîsandin heft kitêb jî ji zimanên cuda wergerandin kurdî. Di nav wan de ên ku min lez kirin jî hebûn, ên ku ez li deriyê weşanxaneyan li benda wan sekinîm jî. Di hemûyan de jî bi qasî ku min fikar û waswasa îro dikir, min hêvî û gumana siberojê jî dikir. Wek her insanê cahil (gênc) û xeşîm ku ji wan we ye ji hedê xwe pirtir tişt jiyane û dîtine, êdî wek berê xema siberojê naxwim; doz û hêviyê ji îro dikim. Bila ev jî baskê sêyem ê triatlona min be: Ligel romannivîsîn û wergerandinê, îcar jî nivîsên rojnameyî li vî quncê hanê. Pirranî bi kurdî li vir, carina bi tirkî li rexê dî. Hem bi nivîsên sitûnê, hem bi amadekirina hin nûçeyên kulturî û civakî. Eger rojnamegerî nehêle ez wek berê romanan binivîsim û kitêban wergerînim bila xwendevanên min ên wê pêşeroja dûr yan jî tune li min negirin. Herçî ên niha ne, îro bixwînin, sibê di bîr bînin.

Comments

comments

Bersiv bd: