Erebistan hewla zêdekirina zext û giwşên ser rejîma Îranê dide

0
878

Rayedarên Erebistana Si’ûdiyê di bertekên cudacuda de, hewle zêdekirina zext û gîwaşên civaka cîhanî bo ser rejîma Îranê û kurdtkirina destûpeywendiyên vê rejîmê di welatên din de dide.

Di vê derheqê de Adil El-Cubeyr ê wezîrê karê derve yê Erebistanê Roja Duşemî 16’ê Çileya Paşîn a 2016’an di konfiransekî çapemeniyê de li Parîsê ragehand ku, “Em hêvîdar in li hemberî zêdekirina zext û gîwaşên Amerîkayê liser rejîma Îslamî ya Îranê, û daxwazê jî dikin ku Amerîka rejîma Îranê kontrol bike û xebata li dijî Îranê zêde û berfirehtir bike.

El-Cubeyr tekezî kir ku, Amerîka wê hewla zêdekirin û vegerandina bandora xwe di cîhanê de bide, û em jî liser vê yekê razî ne.

Wezîrê karê derve yê Erebistanê herweha danûstanên serbajarê Qezaqistanê û ragehandina agirbesta Sûriyê bilind nirxandin, lê hevdem hoşdriya vê yekê da ku girjî û aloziyên Sûriyê heya çaxê sekinandina kiryarên êrîşkarane ên rejîma Îranê wê berdewam bin.

Hev dem Samir El-Sebhan ê balyozê berê yê Erebistanê li Bexdayê ku niha Wezîrê karûbarên Kendawê di Wezareta KarêDerve yê Erebistanê de ye ragehand ku, “Balyozê nû yê rejîma Îranê li Bexdayê, cînayetkarê şer e û biryara destiserkirina navnetewî ya wî hatiye dayîn, lê hêj ew daxwaza daxistina balyozxaneya Erebistanê li Hewlêrê dikin.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.