Hêzên ewlekariyê êrîş bire ser kolberên kurd 4 kes bûn qurbanî

0
841

di çend rojên borî de çend kolbereke kurd li sînorê Baneyê ketine daw ango kemîneke hêzên ewlekariya Îranê û revîne, lê 4 kes ji wan dibin qurban.

Li gor raporta malpera Mukiryan, Ew kolberane xelkê Seqizbûn û bo anîna bar çubûne Banê û bê bar vegeryane û ketine dawa hêzên ewlekariya Îranê û beşek ji wan revîne û xwe xilas kirine, lê 4 kes jî wan ji dema dikevin dawa hêzên ewlekariyê ji zinarekê de dikevin û di encamê de kesê bi navê Azad Qasimî ku xelkê gundê Spore ya navçeya Tîlekoya Seqizê ye jiyana xwe ji dest da.

Li gor heman çavkaniyê sê kesên din jî bi giranî birîndarin û naha li nexwaşxaneyeke Seqizê di komayê de ne û tenduristiya wan jî xirabe.

Herwaha hat zanîn di heman bûyerê de du kolberên din ên kurd ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatin girtin.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.