Yadgariên Miradê Kinê

0
454

Mîrê ribabê û Hunermendê binav û deng Miradê Kinê di sala 1942’an de li Gundê Gêra Cehfer, girêdayî  Kosera Batmanê hatiye dinê. Miradê Kinê di nav gel de bi navê Mirado yan Miradgo tê naskirin. Di nasnamê de navê wî Murad Gezîcî ye. Di sala 1961 de bi keça mamê xwe Îsiv re dizewice. Bavê Mirad Ferho sê kur hebûn; Xelîl, Mirad, Cemîl û navê dayîka wan jî Hedya ye. Bavê Ferho Ehmed, diya wî Delal e û li Gundê Batirgizê jiyan dikirin. Bavê Ehmed Îsa û dayîka wî Kinê bû, ji ber vê yekê ev mala hunermendan bi navê “Kinê” hatine binavkirin. Îsayê Kinê berî sed salan ji binxetê hatiye herêma Tora Hevêrka bicih bûye û eslê xwe ji derdora Şengalê ye. Mirad heta 22 saliya xwe li Gundê Gêra Cehfer jiyaye. Mirad  di zarokatiya xwe de ji bavê xwe Ferho û apê xwe Reşîd fêrî ribab, stiran, dîlok û destanên Kurdî dibe. Lê ji ber Gundê Gêra Cehfer gelek biçuk û bi derdor re girtî bû, Mirad dengê xwe nekarî bigihîne derdor. Piştî temenê xwe yê 22 saliyê diçe Gundê Kupras, li wê bicihdibe. Piştî salekî li wêderê dimîne carek dî koçî Kerboranê dibe. Bi hatina wî a Kerboranê re nav û dengê wî belav bû û bi stirana “Bavê Seyrê” hat naskirin. Di salên 1970’ê de li dawet, şahî û civatan de hunera xwe pêşkêşî gel dike. Herçendî derxistina kasêtên Hunermendên Kurd bi fermî qedexe jî be, lê bi dizî û şêweyên amator dihatin tomarkirin.

Piştî salên 1970’î yê teyîp û kasêt zêde bûn û tomarkirina deng jî gelek hêsan dibe. Bi carekî kasêtên Miradê Kinê li Kurdistan û Ewrupa belav bû. Mixabin Miradê Kinê jî wek hemû Hunermendên Kurd xîzan bû. Debara jiyana xwe bi heqdesta lêdana ribabê û stiran gotina li ser şahî û dawetên bûk û zavayên derdor digirt. Di sala 1979’an de dema Şerefedîn Elçî bû wezîrê avadaniyê, Mirado jî,  ji bo xwe doza karmendiyê lê dike û li Sêrtê dibe karmendê dewletê. Ji aliyekî ve wezîfa xwe dike, ji aliyê din ve hunera xwe berdewam dike. Ji ber stiran gotina şerê Mala Eliyê Unis tê girtin û îşkenceyek giran lê tê kirin. Piştî 2 salan  li Sêrtê kardike, dewlet wî surgînê Midyadê dike û li wê dest bi wezîfa xwe dike. Lê polisan li wêderê jî dîsan rehet ne diberdan û ne dixwestin stiranan bêje.

Miradê Kinê ji polîsên dewletê re dibêje; “Berî ez karê dewletê bikim we ez digirtim, tenê we digot çima tu stiranan bi Kurdî dibêjî û kasêtan tomardikî. Lê belê ez niha karmendê we me jî, îşkenceya hûn li min dikin bi sêqatî ji ya berê zêdetire. Ji min re got tu karmendê dewletê yî, nanê dewletê dixwî û tu stiranan bi Kurdî jî dibêjî”.

Piştî salekî, carekdî ji Midyadê vegeriya Sêrtê. Li 17.12.Sala 1984’ê ji ber êşa dil diçe li ser dilovaniya Xwedê. Li Sêrtê, li ziyareta ser rêga Tilo ya binavê ziyareta Şêx Mihemed Hilo tê veşartin.

Comments

comments

Bersiv bd: