Çima tola Dr. Qasimlo nehate standin

0
990

Weşandin û Amadekirina : Amin Khawalah

Nivîsandin : Cengiz Şikak

Dr. Ebdulrehman Qasimlo yekane rêberê neteweyeka bê xwedî bû ku bi awayekê bê xudan bûye qurbanî û çi lêkolîn û dîvreçûnên yasayî derbarê teror kirina wî li ser asta yasayên welatan an navnetweyî nehatin kirin.

Ev kesê ku ji bo nasandina pirsa netewa Kurd li ser asta cîhanê, bi taybetî welatên Ewropa roleka sereke û giring listiye û piştîvaniyeka siyasî û manewî ji partiyên siyasî yên Ewropa ji bo gelê xwe misoger kiriye, çima bi awayekê bê xudan bûye qurbanî û, ne bi rêya yasayî, ne şoreşvanî tola wî nehate standin û bikujên wî bûne qehreman û berpirsên bilindên Komara Îslamî ya Îranê?

Bersiva vê pirsyarê dikare bi bal kişandine ser dosyeya teror kirina Dr. Sadiq Şerefkendî (Seîd) jî bihê şirove kirin.

Sedemên siyasî û abûrî

Sedemên siyasî û abûrî giringtrîn astengên berdem lêkolîna dosye ya teror kirina Dr. Qasimlo dihê hijmartin. Dewleta Îranê karî bi rêya gef û dana derfetên bazirganî bi Awustorya (Utrîşê), bikujên Dr. Qasimlo bi selametî bo Tehranê vegerîne.

Lê eva cihê hêbetê ye, biryara hikûmeta ew dema Awustorya ye ku bê guhdan bi pirsên dad û mafê mirovan sevda û gefên Komara Îslamî qebûl kir û bi dilê Tehranê serdederî tevî vê tawana derheq Kurdan kir.

Bê desthilat û bê bandor û bê xudan bûna kurdan û herwiha nebûna medyayeka kurdî û giringî pênedana Amerîka û welatên Ewropayî û Netweyên Yekgirtî bi vê tawanê, bûne sedemê vê yekê ku Hikûmeta Awustorya digel Îranê sevdayê bike û dosye ya teror kirina Dr. Qasimlo li paytextê vî welatî dabixe.

Yek ji endamên Reveberiya niha ya Hizba demokrat (PDKI) piştî teror kirina Dr. Qasimlo bi Dr. Şerefkendî, Sekreterê berê pêşniyaz dike ew dikarin hijmarek endazyar û teknîsiyenên Awustoryayê ku li Urmiyê kar dikin birevînin. Lê Şerefkendî vê yek ret dike, ku dibe rêbaza Dr. Qasimlo rê bi tiştekî wisa nedet. Ji ber ku herdem dijî vê yekê bûye ku li xebata rewa ya neteweyî karên na rewa bihê kirin û herwiha bi xwe jî navbeyinkarî ya azad kirina welatiyên Ewrûpayî kirirye ku ji aliyê YNK hatibûn revandin.

PDKI jî, ji ber hin sedeman nekarî wek pêwîst dosyeya teror kirina Dr. Qasimlo li asta Ewrûpa û navdewletî pêş bixe.

Sedemên navxweyî

Dirêjederên rêbaza Dr. Qasimlo nekarîn li şerê dijî Komara Îslamî li Rojhilatê Kurdistanê tola teror kirina wî bistînin.

Ewdem PDKÎ di şerekê çekdarî tevî dewletê bû. Li ser xwe bûna Rêveberiya Partiyê li hember teror kirina sekreterê wê, bûye sedemê vê yekê ku Pêşmerge yên vê partiyê wek pêwîst nekarîn teror kirina Dr. Qasimlo bikin bi handerek ji bo pitir kirina operasiyonên leşkerî û berfireh kirina meydana şer ji bo tengav kirina dewletê. Herwiha nekarîn hêrs û hevsozî ya xelkê ji bo givaştina dewletê organîze bikin. Li ser asta navdewletî jî nekarî givaştinekê dijî Îran û Awustoryayê çê bike.

Li egerê serketina vê xebatê, dewleta Îranê bi vê asaniyê nedikarî piştî sê salan Dr. Şerefkendî li Almaniya teror bike.

Her ev givaştina ku Dr. Qasimlo li ser vê bawerê bû kû ew nikarin bi tena serê xwe Komara Îslamî biherfîinin, yan ji Rojhilatê Kurdistanê der bikin. Bi Dîtina Dr. Qasimlo şerê çekdarî ji bilî bervanî kirin ji xwe, ji bo vê yekê ye ku bi niqîzik lêdan bi dewletê, perîşan bikin û ji ber van givaştinan bi xwe daxwaza danûstanê bike.

Lê PDKÎ piştî teror kirina Dr. Qasimlo nekarî, vê dîtingeha wî pêş bixe û niqizk û givaşên dijî Komara Îslamî zêdetir bike.

Şikista partiyê di vê yekê de, rê ji bo Komara Îslamî xweş kir ku bi awayekê cidî û berfireh dest bi teror kirina neyarên xwe li dervey welêt, bi taybetî li Ewrûpa bike. Lê serhildana mijara teror kirina kadir û pêşmerge yên PDKÎ li Başûrê Kurdistanê pirseka din e û bi piranî têkilî bi paşda vekişana vê partiyê li deverên sinûrî û berfireh bûna destêwerdana Komara Îslamî li Başûr û rikaberiya navbera partiyên başûr piştî raperînê hebû.

Niha çi bihê kirin?

Li demê niha baştirîn tolhiladan terora Dr. Qasimlo dirêjedan bi metodê xebata wî ye, ku divê vê gotina wî bikene rênîşanderê xebata xwe dijî Komara Îslamî (baştirîn padaş bo şehîdan dirêjepêdan rêya wan e). Rê û rêbaza Dr. Qasimlo ji bo wergirina mafê netewî li Rojhilatê Kurdistanê bi rêya xebata çekdarî givaştina dewletê bi rêya xebata çekdarî bû.

Her du aliyên demokrat (PDKÎ û PDK) dikarin bi pêş xistina rola Pêşmerge li xebata dijî rejîmê dirêje bi rêbaza Dr. Qasimlo bidin û givaşên dijî dewletê berfirehtir bikin.

RASAN destpêkirinka baş e, lê bi tena serê xwe bes niye û nikare wek pêwîst dirêje bi şopa leşkerî ya Dr. Qasimlo bide. Ji ber ku dewlet li warê teknolojoya serbazî li berawrd digel 30-40 salên borî bihêztir bûye û Pêşmerge jî ji ber vekişan li Rojhilat û deverên sinûrî ezmûna şerê partîzanî  ji dest daye.

Pêkanîna “Bereyeka Kurdistanî” rê ji bo çalakî yên hevbeşên pêşmerge navbera partiyên siyasî dijî Komara Îslamî xweş dike û em hêvîdarin “Navenda hevkariya Partî yên Kurdistana Îranê” destpêka vê yekê be û bikaribe bereyeka hevpara siyasî, serbazî û medyayî dijî Komara Sêdare pêk bîne.

 

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.