Medya Kurdan, ji duh heya îro

0
1021

Weşandin û Amadekirina : Amin Khawalah

Nevisin : Kakshar Oremar

Weşanxane û karê ragehandinê nîşanên pêşkeftina gelan û pêngava wan a ber bi bajarvaniya modern tên hesibandin. Yên ku di destpêkê de medyakarên me Kurdan bûn û bi karê xwe yê bihagiran ziman, huner û pêre jî hebûn û mayîna me ji mirinê rizgar kirin „ dengbêj û hunermendên “ me yên netewî bûn. Wan geh li kore gundekî bênav û nîşan dengê xwe wisa bilind kirin ku ketin bala her kesî û geh jî di dîwana mîr û padişahên Kurd de eşqa ji zimanê me yê şirîn û dewlemend re zêde û zêdetir kirin. Carna axa û begên Kurd ew dengbêj tenê ji bo dilxweşiya xwe û mêvanên dîwanxaneyê xwedî dikirin. Wan jî bi deng û awazên xwe ji wesfkirina wan axa û mîran bigire heya vegotina destanên hemasî û serbihûriya mêrxasên qada şerê li hemberî dijmin sedan peyamên bi mifa ji bo civaka Kurdewarî di nava gel da belav dikirin. Ew çîna yekê a medyakarên me bûn ku hêjî bi berfirehî li ser rolê wan yên pîroz lêkolîn nehatine kirin.
Çîna duyê a vê qada pîroz giregirên malbatên navdar û lîderên Kurd bûn. Wan bi cihanbînîyeke dorfireh li paşerojê dinêrîn. Dixwestin Kurd li ser axa xwe bextewer bin û ji kirasê cehalet û nezanînê derkevin. Ji bo ku ji kerwanê pêşkeftinê bi paşda nemînin dest bi avakirina sîwanekê kirine ku Kurd di bin de vehewên û star bibin. Miqdad Bedirxan û kesên din yên wê malbatê pêşengên yekê yên vê qada dîrokî ne. Di wan salên reş de ku Kurdan di qada siyasî da ti serkeftin bi dest nexistibûn û qedera wan berevaja daxwazên wan ji hêla dagîrkeran ve hatibû diyarkirin, li dûrî Kurdistanê Mîqdad dest bi karê weşandina yekemîn rojnameya Kurdî kir. Li ser wê heza ji axa xwe re jî nave danî KURDISTAN. Li ser wê xebata xwe a dîrokî ne têr jiya û ne jî xweş jiya. Êdî bû armanca yekê a rayedarên Osmanî û piştre jî Kemalîstên înkarger têhniyên xwîna wî û endamên din yên wê malbata mezin û Kurdperwer bûn. Lê ya girîng wî zarê Kurda yê şîrhelal kevirê dîwarekî bihêz danî ku “ şexsiyeta Kurdî ” gelekî deyndarê wî maye. Êdî ew hereketa jiyan û mayînê ji zimanê dengbêjên me ketibû ser kaxezê û dijberên hebûna me qet û qet nedikarîn “hebûna me” înkar an jî ji hole rakin. Bizava rewşenbîrî a M. Bedirxan li dervey Kurdistanê bû lê liv û lebateke Kurdistanî bû. Wî bi karekî wiha peyamên girîng dane dagîrkerên welatê xwe. Pêre jî Kurd û serkêşên doza Kurdistanê li hemberî wezîfeyên giran şiyar kirin. Ji wan xwest ku êdî serdemanetir bifikirin û bi cihanbîniyeke nûtir aliyên jiyana siyasî, civakî û dîrokî temaşe bikin. Wiha bû ku M. Bedirxan bû yekemîn pêşengê kerwanê rojnamegeriya Kurdî li Kurdistana mezin. Êdî ew ala wî li li erdê nema û vê carê li rojhilatê Kurdistanê lîderê zana û rewşenbîr Simkoyê Şikak kesên weke Mela Mihemed Turcanîzade û Ebdulrezaq Bedirxan teşwîq kirin ku dest bi weşandina kovar û rojnameyên Kurdî bikin. Di hale şoreşê da û şerê li dijî rejîma wê demê a Îranê avêtina pêngavên wiha karekî hêsan nîne. Wî beriya sala 1920an li bajarê Xoy komela Gihandanî ava kiribû. Komela ku karê wê yê sereke perwerdekirina xelkê bû û pêgehandina wan di gelek warên jiyanê da daku Kurd xwe baştir nas bikin û xwe ji kesî kêmtir nebînin. Pêre jî hem xwendingeheke Kurdî avakiribû û hem jî çapxaneyek li wira hebû ku kovara bi nave Kurdistan li sala 1913an li wira dihate çapkirin. Simko rewşenbîrekî serdema xwe bû. Mirovekî xwende û bi hemû heza xwe piştgîrî dida çîna rewşenbîr ku di qada ragehandinê de jî li kêleka şerê çekdarî şoreşeke nû a rewşenbîrî jî hebe. Di vê derbarê de dost û dijmin îtrafê bi vê rastiyê dikin ku Simko xwedî armancên pîroz bûye. Axa û begên Kurd teşwîq kirine ku destê hevkariyê bidene rewşenbîr û nivîskarên Kurd. Wî bihayekî giran daye keda kesên mîna Mela Mihemedê Turcanîzade, Sêyf Elqozat û Ebdulrezaq Bedirxanê Botanê. Di serdema serhildana wî de duyemîn rojnama Kurdî a bi navê “ KURD ” li çapxaneya bi navê “ Xêyret ” li bajarê Ûrmiyê dest bi jiyanê kiriye. Ferqa karê wî û Mîqdad Bedirxan ewe ku wî karekî wiha li ser axa welatê xwe daye dest pêkirin lê M. Bedirxan ji rûyê neçariyê “ KURDISTAN”a xwe li Qahirê( paytexta Misrê ) daye weşandin. Ji xeynî wê jî bi vekirina komele û mektebên Kurdî pir xebitîye ku “ şexsiyeta Kurdî ” a nîvmirî û tehqîrkirî ji xewa giran şiyar bike. Dema rayedarên Îranê di rûpelên rojnameya KURD de bi bîr û ramanên Simko û armancên serhildanê yên dorfireh dihesin, êdî dîn û har dibin. Ew dizanin ku serxwebîna Kurdistanê daxwaza wî ya mezin û xweziyeke Kurdan a dêrîne. Ji ber wê ji li pey şerên giran hemû şûnewarên komela Gihandanî, xwendingeha Kurdî a bajarê Xoyê û rojnameya KURD li bajarê Ûrmiyê ji hole radikin. Ji bo veşartin û bednavkirina lîderekî wiha karîzmatîk û dûrbîn dest bi cûrên antîpropagandeyan dikin, lê dîrokî rastiyan wenda nake. Îro her kes dijzane ku Simko jî pêşengekî kerwanê rojnamevaniya Kurdî ye. Çend hejmarên rojnameya KURD a serdema wê serhildanê ji arşîva Îranê hatine derxistin û naveroka gotar û nivîsên di wê rojnameyê da me bi gelek alîyên jiyana siyasî-sosyal a wê serdemê û bizava netewî a Kurdan dihesîne. Niha ku êdî çend hejmarên wê rojnameyê ketine ber destê me meznahî û girîngiya xebateke wiha dîrokî pêwîstî bi lêkolîneke domdirêj û berfireh heye.
Ji Qahirê û Ûrmiyê ka em werin başûrê Kurdistanê. Yekemîn çapxaneya Kurdî li ser destê her du rewşenbîrê naskirî Huznî û Giyo Mûkriyanî li Rewandiz û Hewlêrê dest bi karê xwe dike. Ew du bira û bi esila xwe ji bajarê Mehabadê bûn. Li gor nivîsa mamosta Dr. Kurdistan Mukriyanî li sala 1914an Huznî Mukriyanî amêrekî çapkirinê li welatê Almaniya kiriye û sala 1915an li bajarê Helebê( Sûriyê ) damezrandiye, lê wan dixwest li Kurdistanê bin. Sala 1926an ew têne bajarê Rewandiz û çapxaneyekê bi nave “ Zarî Kirmanmcî” li wira dadimezrînin ku navendeke rewşenbîrî û siyasî a hereketa Kurd li başûrê Kurdistanê bûye. Di hemen salê da kovarekê bi nave “ Zarî Kirmancî”( 1926-1932 ) dane weşandin. Ew kovar wek yekemîn kovara bajarê Rewandiz û hemû parêzgeha Hewlêrê tê hesibandin. Li 1935an Huzinî Mukriyanî û parêzer Şît Mistefa kovara bi navê Ronakî li Hewlêrê diweşînin. Di sala 1954-1960an de jî Giyo Mukriyanî kovara bi navê Hetawî belav dike. Ew bi karekî wiha jiyaneke nû li herêma xwe didin dest pêkirin.
Êdî ew rêbaza pîroz a M Bedirxan nasekine û li her dera Kurdistanê kovar û rojname dest bi weşanê dikin. Serdema komara Kurdistan û salên 1942 heya 1946an wek serdeme zêrîn a ragehandina Kurdî ye ku ez wê serdemê wek şoreşeke nû an jî renesansek dihesibînim. Pêşewa Qazî hem rewşenbîr û zimanzan û hem jî siyasetmedar û dîrokzan bû. Wî karî di çend salan de komeke rewşenbîrên pir hêja û bi bandor di nava civakê de li dora xwe kom bike ku cihê wan heya roja îro jî xuyaye. Hem di qada ragehandinê de û hem jî di çêbûna çîneke nû a rewşenbîrên Kurd de keda wî lehengê mezin nayê ji bîr kirin. Weşandina kovar û rojnameyên serdema komara Kurdistan pêvajoyeke nû a wê prosesê ne ku ji Qahire, Ûrmiye, Xoy, Istembol û Rewandizê dest pêkiribû û gehabû paytexata komareke demokratîk ku têde radio, kovar, şano, sînema û rojname xwedî bihayekî giran bûn. Di qada ragehandinê de destkeftên komarê wisa mezin û bi qîmetin ku mirov nikare di nivîseke wiha kurt de li ser bisekine. Lê Pêşewa Qazî û komara sava a sala 1946an agirê şoreşa rojnamegeriyê li Kurdistanê gortir û ronahiya wê bêtir gehandin çar goşeyên Kurdistana mezin.
Di salên dawî yên sedsala derbasbûyî de rêberên PKKê dest bi şoreşeke modern kirin ku di hevgirtina Kurdan de xwedî bandoreke pir mezine. 21ê adara sala 1995an MED TV bû pêngava yekê ya ragehandina Kurdî ku berevajî daxwaza dijminên doza Kurdistanê hisên netewî di nava Kurdan de bilindtir kirin û ew gehandin hev û din. Yekemîn car bû ku Kurdan ji teknîk û satalîtê li dijî neyarên doza xwe sûd distandin û ji wan daxwaz dikir ku bêtir ji meselên olî li ser pirsgirêka xwe ya netewî û dîrokî bisekinin. MED TV bû destpêka şoreşeke zêhniyetê û hemû xewin û xeyalên Kemalîs, şovenîstên Îranî û Baasîyên cinayetkar vala derxistin.
Roja îro di cihana ragehandinê de Kurd xwedî senga xwe a giranin. Bi hezaran rojname, kovar, radio û TV li Kurdistana mezin karê weşanê dikin. Cihana înternetê û saziyên wiha zimanê Kurdî ji mirinê rizgar kirine. Li pêşberî wê ragehandina berfireh hêşta wezîfeyên girîng û giran hene. Di 117mîn salvegera rojnamegeriya Kurdî de hîvîdarim ku rewşenbîrên me erkên jêr ji bîr nekin:
1. Di hevgirtina hêzên siyasî li Kurdistanê bibin hevkar û hewil bidin ku wan bêtir ji her carê nêzî hev bikin.
2. Di avakirina zimanekî standard û yekgirtî de kar û xebateke bêrawestan bidin meşandin.
3. Xebatê bikin ku Kurd wek komeke etinîkî û cuda ji cudahiyên olî bêtir bi dîroka xwe bihesin û doza xwe ya siyasî nekine qorbana cudahiyên olî ku dijimên doza me tim li ser van netifaqiyan Kurd ji hev dûr xistine û ji ava şêlo masî girtine.
4. Bi qasî ku ji destê medyakarên Kurd tê pirensîpên exlaqî di qada ragehandinê de biparêzin û siyanet, keramet û keda mirovan bêrûmet nekin.
5. Bihayekî giran bidine sembolên netewî, dîroka Kurdistanê û mîrasê ku hebûn û mayîna me ji keda wan tê.
6. Hemû têkoşana me bila li ser bilindkirina sewiya rewşebîrî û bilindkirina şexsiyeta Kurda a tehqîrkirî be ku dijmên azadiyê be hezar awayan dixwazin bi rêyeke wiha me tune bikin.
7. Yekîtiyeke rojnamevan a ji çar parçên Kurdistanê bê avakirin û jiyana ragehandina Kurdî derbasî qonaxeke nûtir bike.

117mîn salroja rojnamegeriya Kurdî li qehremanên dîroka karekî wiha pîroz, li Celadet Bedirxan, Musa Anter, Hêmin Mukriyanî, Ebdulrehman Zebîhî, lîderên dûrbîn û qehremanên din yên bênav û nîşan mimbarek be.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.