Îran û Coronavirus disease (COVID-19) derfet yan hereşe!

0
842
Dara Natiq

Weşandin û Amadekirina : Amin Khawalah

Nevisin : Dara Natiq

Di destpêka serîhildana “Coronavirus disease” (COVID-19) li welatê Çînê, cîhan bi giştî ew nesaxiya han bi xeterek mezin li ser jiyana mirovahiyê bi nav kirin, û ragehandin ku dibe bi avayekî micid ji bo pêşîgirtin ji belavbûna vê belaya han, ku dikare canê milyonan însan bistîne, gavên micid û pilanên mezin û berfireh werin danîn.

Piraniya welatan her di destpêka vê nesaxiyê li welatê Çînê, pêwendiyên xwe yên hatûçûyînê bi wî welatî re qut kirin, û agahî û hişyarî dane hemwelatiyên xwe, ku tu kes seredana wî welatî neke, û rêyên xwe yên esmanî û yên erdê bi Çînê re qut kirin. Û herwisa bi awayekî berfireh rênimayî û agehiyên tendrostî ji bo xwe parastin ji vîrûsa han dane hemwelatiyên xwe û tedabîrên hewce ji bo pêşî girtin ji vê belaya malwêranker girtine pêş. Lê mixabin rejîma Îranê bêy guhdan bi vê bela û xetera mezin bo ser canê însanan û bêy ku saxlemî û jiyana gelên Îranê bo girîng bibe û berevajî raya giştî ya cîhanê, rêyên hatûçûyînê a esmanî û erdê bi ser welatê Çînê de, vekirî hêla, û şirketa balafir a Mahan, ku ser bi Spaha pasdaran e, berdewam di rojê de çend caran di navbera Îran û Çînê de hatûçûyîn dikir, heya ku bûn sedemê veguhastina Coronavirus disease (COVID-19), ji Îranê û bi hezaran kes ji xelkê Îranê tûşî vê belayê kirin, û heya niha xelkek berçav jî bûne qurbanî, û ew yek roj li pey rojê zêde dike, û rengê mirinê per û balê xwe bi ser wî welatî de kêşaye.


Her di encama vê siyaseta dijîmirovî a rejîma Îranê de civatgeha wî welatî bi giştî bi xeterek gelek mezin re rû bi rû bûye, û hejmara qurbaniyan her roj zêdetir dibe. Rejîm siyaseta hewce bo kontrolkirin û belavnebûna wê nesaxiyê negirte pêş, û heya midehek zor ew nesaxiya han li raya giştî a cîhanê û xelkê wî welatî veşartin. Di rastî de rejîm bi veşartina rastiya vê nesaxiyê di destpêkê de xwast ku tu bandorekê li ser beşdarînekirina xelkê li meşa 22’ Rêbendanê a salvegera rejîmê çê neke, û dema dît ku êdî xelik bi tu avayî hazir nînin, beşdar bin, wê demê ew nesaxî kire hincet û ew rastiya han eşkere kir.

Lê pirsyar eva ye ku rejîma Îranê çima ew nesaxî û belaya han ji xelkê hejar û belengaz yê vî welatî re bi diyarî anî, û çima bi awayek micid li hember vê nesaxiyê gavên hewce navêje û bo çi ew bajarên ku herî zêde Coronavirus disease (COVID-19) bilav bûyî, heya niha jî nehatine qerentîne kirin. Lê mixabin rêjîm bazirganiyê bi mirina xelkê belengaz yê wî welatî dike û ew yek ji xwe re weke xenîmetek dibîne. Rejîm ku niha di bin zext û givaşa dorpêçên abûrî de ye û di encama siyasetên şaş û şerxwazane a wê nîzamê abûriya vî welatî bi tewahî herifîye, û bêkarî û hejarî û nemaze nebûna bûdceya hewce bo îdareya welat, kemera rejîmê şikandine, û ber bi nemanê ve diçe, dixwaze di bi navê harîkarî û bi hewarçûna xelkê Îranê pereyan li cîhanê werbigre. Rayedarên rejîmê heya niha bi merema rûbirûbûna bi Coronavirus disease (COVID-19) re sedan milyard Dlar pere û harîkariyên pizişkî ji welatên Ewrûpa û herêmî wergirtine. Lê mixabin ew harîkariyane tu car nagihîjin destê xelkê û hemî ji aliyê Spaha Pasdaran ve dest bi ser de tên dayîn, û bi merema dabîn kirina bûdce û alavên tepeserkar yên navendên emniyetî yên rejîmê tên mifah wergirtin. Ew alavên pizişkî ji ku bo wî welatî tên şandin hemî dest bi serde digrin û di bazara azad de bi nirxek herî zêde difroşne xelkê û bazirganiyê pê dikin. Lewma Coronavirus disease (COVID-19) û herî zêde belav bûna wê di wî welatî de ji rejîmê re derfet û xenîmetek mezine û mirina xelkê bazara wan ya dizî û talanê ger û gurtir dike.

Ji aliyek din we jî rejîm bi hinceta Coronavirus disease (COVID-19), dibêje ku tehrîmên Amrîkayê bo ser wî welatî bûne sebeb ku alav û harîkariyên hewce ji aliyê cîhanê we negihîjne xelkê îranê û di bingeh de ew tehrîmên Amrîkayê dijî xelkê îranê ne û lazime cîhan zext û givaşan bixe ser Îranê bo rakirina wan tehrîman. Anku merema rejîmê ew e ku bi xolqandina tirajîdiyayek mezin di Îranê de bi hinceta Coronavirus disease (COVID-19), givaşek navdewletî bo ser Amrîkayê çê bike bo wêdedana tehrîman. Coronavirus disease (COVID-19), ji wê rejîmê re xenîmetek din jî li pey bû ku hem komujî û tepeseriya xelkê nerazî yê Îranê di encama meşên nerazîbûnê yên çend heyv berî niha û him jî pirsa mûşeklêdana balafira misafirberî a Okraniya û berdewamiya meşên nerazî di îranê de bo heyamekî bikewne perawêzê û ew ji xwe bo hikûmetnîzamiyeke sertaserî û serkuta zêdetir amade bikin.

Hemî ew rastî û gelek pirsên din jî bûne sebeb, ku rejîma Îranê Coronavirus disease (COVID-19), ji xwe re weke derfet bibîne, û mirin û tûşbûna zêdetir a xelkê bi wê nesaxiya malwêranker xwe re bi xenîmetek mezin bibîne, û bazirganiyê bi jiyana wî xelê belengaz bike. Ber hindê, ne bajar hatne qerentînekirin, û ne jî gavên micid hatin avêtin bo rûbirûbûna wê nesaxiyê.

 

 

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.