Silêman keleşî: çi helbijartinek li bin ebayê reşe komara îslamiya Îranê da, ne revane û jî demokratîkin

0
1913

Hevpeyvîna nawenda rojî kurd bi slêman keleşî, çalakwanê Syasî yê kurd li ser hilbjardinên wî carê ya komarî îslamî ya îranê.

Roji kurd: Hun wan helbijartinên ku li jêr sîbera Komara îslamiya Îranê da birêve diçin çava dibînî, aya rastî mirov dikare bêje ew helbijartin demokratîk û revane?

Silêman keleşî

 keleşî:  Ne, xêncî rêveber û kesên girêday wê sîstimê nebin, wê helbijartinê demokratîk û reva nabînin. Pirs esasî ewaye ku bo çi reva û Demokratîk nabînin? Li hemu sîstimê ku helbijartin têda birêve diçin, derfetê didine xelkê bikarin kes yan kesanê ku dixwezin wek nuner û rêverê xwe helbijêrin. Renge li hindek rêjîm û sîstimê dîktator, xwe pepên û ne xelkî da dengê xelkê bidizin yan netîcê helbijartinê bi dilê xwe derxin û bidne eyan kirin.  Lê di sîstima Komara îslamiya Îranê û Wilayeta Feqî da, bi yasa û bi rut û qutî li ber çavê hemu alemê mafê reva û demokratîkê xelkê lê tête zeft û binpê kirin. Bo nimune, li yekemîn pêngawê da, bo helbijartina Serok komariyê xêncî wan kesê ku bawermendê Mezhebê “Şîe 12 îmamî ” nebin, bawermendê  hemu Dîn û olên dinêye Îranê li mafê berbijêr kirinê têne bêpar kirin. Ewa jî xedreke mezin û ne demokratîke bi wan tête kirin.  Li pêngava duhem da jî dinava berbijêrên Şî an da jî, hemuya li Sered, Bêjing û Elegê dide û tenê çend kesên ku bi xwe dixwezin bo xelkê diyarî dikin û dibêjne xelkê kerem kin dinava wan kesên me bo we diyarî kirine kesekî bo xwe helbijêrin. Xêncî wan kiryarane jî deyan û sedan fêl û xapandinên din dikin. Ew yeka tenê li komara îslamiya Olperest da heye. Ber hindê jî çi helbijartinek li bin ebayê reşe komara îslamiya Îranê da, ne revane û jî demokratîkin.

Roji kurd: Wê carê hêz û partiyê Rojhelat yek deng helbijartin baykot kirin, hun bandora wê çava dibîni ? Aya yê bikarin dengê gelên Îranê bigîjîne derve?

keleşî:  Belê, wê carê hêz u partiyên Rojhelatê Kurdistanê bo yekemîn car karîn yek deng wê bi nav helbijartinê baykot bikin. Ew jî cihê keyfxweşiya xelke ye. Bêşik yê bandora xwe hebe, her wek me Newroza îsal da dît ku yek dengiya hêz û partiyên Rojhelat gor û tîneke gelek baş da xelkê, ewa dikare destpêk û nimuneyeke pir baş be bo hemu aliyên Rojhelatê Kurdistan. Belê, diyare ku bi yekgirtin, hawkarî û dengî dikarin baştir dengî xwe û xelkê bigijîne derve, heta bi natifaqî û pirşubelav bin.

Roji kurd: Hindek çalakwanên siyasî yê Kurd û Reformxwez dibêjin dibî Kurd wê prosa helbijartinê bi berjewendiya xwe bi kar bînin, hun çava dibîn û çi dibêjin?

keleşî:  Diyare, ew kes û kesayet herwisa ew hêz û aliyê siyasî in Kurd ku dilê wan  bo rizgariya netewey lêdide û wê pêxemê da xebatê dikin, dibî hemêş berjewendiyê netewey biparêzin û li derfetan mifahê werbigrin bo pêşverbirina armanc û berjewendiyê xwe. Lê hemu kes û aliyek wan derfet û berjewendiya wek yek nabîne. Meselen : hêz û partiyên rojhelat çi derfet û mecalekê nabînin ku bikarin li jêr sîbera komara îslamî  da berjewendiyê netewa xwe biparêzin. Her wek li serwe hate bas kirin, ewa helbijartin nine belkî diyarî kirine, her kes û aliyek beşdarê wê helbijartinê bibe, bêşik wê sîstimê li koliyeta xwe de qebul dike û rewayî dide bi wan hemu zilm û zordariya rêjîmê ku li derheqa xelkê da tête kirin. Lê ew kes û aliyên ku dixwezin li bazneya sîstima komara îslamiya Îranê da Kurd berjewendiyê xwe biparêzin û bigîjne armancê xwe, ez ewê yekê mihal dibînim. Berhindê gelê Kurd bo azadî û serbestî, bo dedperwerî û wekheviya civakî li hemu aliyan da xebatê dikin, ew xwastane çigavan li sîstimeke wek sîstima komra îslamî Îranê ku sîstemeke Oliye qabilê reform û dan wan nine. Çun li zirofekî wisa da, ewa sîstime dixweze hindek kes û aliyan bo berjewendiya bikar bîne. Her boye baştirîn rê û helwêst ewaye ku li tewawiyeta xwe de bête baykot kirin.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.