Li Misrê li hember mizgeftê êrîşeke çekdarî: 235 kuştî

0
1202
Li bajarê Arîş a Misrê li dijî mizgeftê êrîşeke xwekujiyê hate kirin. Di êrîşê de herî kêm 235 kes bûn qurbanî û 120 kes jî birîndar bûn.

Li gor ajansa fermî ya Misrê ragihand êrîş ji aliyê tundrewên îslamî li ser mizgefteke li başûrê Sînayê ku alîgirên hêzên ewlehiyê lê nimêj dikirin hate kirin.

Televizyona Misrî ragihand, di êrîşa terorî ya li bakurê Sînayê de, 235 kesan canê xwe ji dest dan û tê pêşbînîkirin ew hejmar zêde bibe û zêdetirî ji 120 kesan birîndar bûn.

Êrîş destpêkê bi teqîna bombeyekê bû, piştre jî çekdarên tundrew bi 4 otmobîlan mizgeft dorpêç kirin û gule bi ser nimêjkaran de barandin.

Ji çend salan ve, grûpên tundrewan li bakurê Sînayê êrîşî ser hêzên ewlehiya Misrê dikin û heta niha bi sedan kes hatine kuştin.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.