Ji Kongreya Riyadê mîsogerkirina mafê kurdan derket!

0
1471
Kongreya Berfireh a Hêzên Şoreşger û Opazîsyona Sûrî (Riyad2) hate lidarxistin.

Di kongreya ku bi berfirehî nûnerên opozîsyona Sûrî beşdar bûbûn de hate ragihandin armanca Kongreya Riyadê ew e ku aliyên opozisyonê bigihîne yekrêziyê û nerîneke hevbeş di derbarê çareseriya siyasî de ji bo Sûriyê, li ser bingeha Cenêv-1 û biryarên Encûmena Asayişê yên 21.18 û 22.54 û biryarên navdewletî yên pêwendîdar, ji bo destpêkirina qonaxa veguhêz.

Li gor Rûdawê; beşdarvanên Kongreyê li ser van babetan li hev kirin û di encamnameyê de ragihandin:

Parastina Yekîtiya xaka Sûriyê û saxlemiya wê.

Serweriya dewletê li ser hemû axa Sûriyê.

Sûriyê dewleteke pirnetewe û pir çand e.

Destûr mafên neteweyî yên hemû pêkhateyan garantî û misoger dike. Ji wan jî Ereb, Kurd, Turkmen û Suryan-Aşûrî.

Doza Kurd beşek ji doza niştimanî ya Sûriyê ye.

Divê hemû siyasetên cudaxwaz û yên awarte ku li dijî Kurdan hatine kirin, bêne rakirin û nemînin.

Divê nasname li kesên ku ji wan hatibû wergirtin û ji bo mektûman jî careke din were vegerandin.

Desthilata dema bê, divê demokratîk be, li ser prensîpa ne navendiya îdarî be.

Şerê terorê û tundrewiyê berdewam be.

Darizandin û dadgehkirina kesên ku tawanên şer û tawanên li dijî mirovahiyê li Sûriyê encam dane.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.