Putin: Kesek nikare rê li ber şandina petrola Kurdistanê bigire

0
942

Serokê Rûsyayê Vladîrmîr Pûtîn bal kişande ser dorpêça li hember Herêma Kurdistanê û got: “Qutkirina pêwendiyên li gel Kurdistanê ne di berjewendiya ti aliyan de ye.”

Serokê Rûsyayê Valdîmîr Pûtîn li Moskowê di civîna Heftêya Enerjiyê ya Rûs de axivî û got: “Pêwendiyên dîrokî yên li gel kurdan baş in. Em xwe tevlî vê pêvajoyê nakin, ti kesî li hember keseke din tûj nakin û sor nakin. Em bawer dikin, ku ji bo aramkirina gotûbêjên li dora Kurdistana Iraqê dibin, çi pêwîst be divê were kirin.”

Pûtîn li ser pirsekê, derbarê bangên derpêça li ser petrola Herêma Kurdistanê hişyarî da û ragihand: “Dorpêça petrolê ya li ser Kurdistana Iraqê dê nirxê petrolê zêde bike. Ez bawer nakim ti aliyek vê riyê bikar bîne.”

Vladîmîr Pûtîn diyar kir, ku qutkirina pêwendiyên li gel Herêma Kurdistanê xizmetê ji berjewendiyê ti aliyekê nake.

Serokê Rûsyayê amaje bi wê yekê kir, ku giştprisiya Kurdistanê mijareke navxwe yê Iraqê ye û destnîşan kir, ku ew dizanin ev mijar ji bo Tirkiye û Îranê jî hestiyar e

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.