Girtiyekî kurd devê xwe dirût

0
787

ROJIKURD: Girtiyekî siyasî yê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê, ku 24 roj in ketiye gireva birçîbûnê, devê xwe dirût.

Li gorî navendên mafên mirov ên Îranê, Seîd Şêrzad, zîndaniyekî siyasî yê Kurd e û xelkê bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê ye, ji bo derbirîna narazîbûna xwe li hember rewşa zîndaniyên siyasî yên li girtîxaneya Recayî ya bajêrê Kerec, lêvên xwe dirûtiye

Ew girtiyê kurd, di demekî de devê xwe dirûtiye ku ev 24 roj in ketiye girava birçîbûnê. Ji ber girevê, rewşa wî ya tenduristiyê jî xira bûye û niha li nexweşxaneya girtîxaneyê de di bin çavdêriyê de ye.

Wî zîndaniyê siyasî ragihandiye, heger dengê zîndaniyên siyasî yên li girtîxaneya Recayî bigihe guhê navendên navneteweyî, dê gireva xwe bişkîne.

Seîd Şêrzad, sala 2014 û bi hêceta ku li dijî asayişa giştî ya Îranê xebat kiriye, hatiye girtin û bi 5 sal zîndan hatiye mehkûmkirin.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.