Îran destûra çapkirina pirtûkên Kurdî nade

0
946

Li gorî zanyariyên berdest, Şaxa Wezareta Îstîxbaratê li parêzgeha Xorasan a Îranê destûr neda ku pirtûkên Kurdî bi rênivîsa latînî werin çapkirin.

Li parêzgeha Xorasana Bakur navenda çap û weşanê ya bi navê “Emo Elewî” ku pirtûk û berhemên kurdî çap dike hate girtin. Nivîskarekê Kurd ê bi navê Ebas Îsmaîlî ji bo şaxa Wezareta ÎstÎxbaratê ya wê parêzgehê hatiye bangkirin û rê nedane ku pirtûka wî ya bi zimanê kurdî bê çapkirin.

Li gorî berpirsên Îstîxbarata Îranê rênivîsa latînî nikare xizmetê ji hikûmeta Îranê re bike ji ber wê rê nadin ku pirtûkên bi wî şêwazî bêne çapkirin.

Wekî tê zanîn li herêma Xorasana Îranê bi taybetî li Xorasana Bakur hejmarekê zêde ya kurdan hene ku bi zaraveya Kurdiya “Kurmancî” daxivin û ji ber wê piraniya nivîsên wan bi alfabêya latîn e.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.