Karkirên bendava Kanî Sêvê ya Pîranşarê ketin girevê

0
674

Karkirên ku di pirojeya çêkirina bendava Kanî Sêvê ya Pîranşarê de dixebitin, ji ber gîrobûna mûçeyê xwe ketin girevê.

Karkirên kurd ên ku di pirojeya çêkirina bendava Kanî Sêvê li nêzîkî bajarê Pîranşarê yê Kurdistana Rojhilat de kar dikin, duh dest ji kar berdan.

Derheqê wê çalakiyê de yek ji wan karkiran gotiye, ev sê meh in me mûçe wernegirtiye û êdî em şer dikin vegerin nav zarokên xwe jî. Dema me dît berpirsên pirojeya bendavê li hember daxwazên me xemsar in me jî dest ji kar berda.

Wî karkirî gotiye, me gelek caran bi zimanekî nerm ji wan re got ku mûçeyê me gîro nekin lê wan guh nedan me. Em jî neçar man bikevin girevê. Heta mûçeyê me nedin em kar dikin.

Li gorî agahiyên wî karkirê kurd, piraniya karkir û kesên ku di pirojeya bendava Kanî Sêvê de kar dikin, azerî û xelkê bajarên din in. Tevahiya pêdiviyên wan dabîn dikin lê guh nadin karkirên ku xelkê Pîranşarê û deverê ne.

Bendava Kanî Sêvê li ser çemê Gilasê tê çêkirin. Bendav bi axê tê çêkirin û yek ji armancên wê jî ew e ku ava wê veguhezin gola Ormiyê. Ji ber ku gola Ormiyê ev çend sal in di bin metirsiya zuhabûnê de ye.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.