Maçkaniya hilbijartinan di Îranê de tenê bi merema xapandina raya gştî ye

0
1464
Dara Natiq
Dara Natiq Endamî Rêberî PDKÎ

Rejîma Îranê di bingeh de tu baweriyek bi dengê xelkê nine û berbjêrên xwe berî rêveçûna pêvajoya hilbijartinan diyarî dike. Maçkaniya hilbijartinan di Îranê de tenê bi merema xapandina raya gştî û hînana xelkê bo ser sindoqên dengdanê ye bo şerêiyet dan bi deshilata dîktator a xwe. Hilbjartin di Îranê de li gor pêwerên demokratî birêwe naçin û zêdeyî 75 ji sedê a xelkê Îranê li gor yasaya bingehîn a wî welatî mafê xwe berbijêr kirin bo posta Serkomarîyê di wî welatî de tunine. Anku kesên berbijêr dibe li ricala siyaî û ji ola Şîe a diwazdeh îmamî û bawermend bi wilayeta feqîh û Komara Îslamî a Îranê be û di fîlterên dezgehên emniyetî û şivra nobedar de derbas bibin. Nîva civakê anku jinan mafê xwe berbijê kiria bo serkomariyê tuninin. Pêrewên ola sune û olên din û neteweyên weke Kurd, Ereb, belûç yên din nikarin xwe berbijê bikin.

Navendên yasadaner û nemaze serkomar tu deshilat û rolek wan di sitratêjî û îdareya wilat de tuninin. Di bingeh de Îdareya wilat ji aliyê navendê evlehî û tepeserkar yên wilat û Welîhê Feqêh ku xwe bi nûnerê xudê di ser rûçkê erdê dizane birêve diçe. Cerbînên derbasbûyî a hilbijartinan di Îranê de daye xuyakirin ku tu bi nav nûnerekî xelkê di her post û navendekê de, nekariye tu wîst û daxwazên berheq yên xelkê bi cih bîne û rewşa jiyan û guzerana xelkê baştir bike û arîşe û girêpêçkên wan çareser bike. Di sîstemek han daxistî a weke Komara Îslamî a Îranê de, tu guhartin û derfetên hewce ji bo kesên hilbijartî nahê dayîn ku bikare li gor Îradeya xwe kar bikin.

Zilm û zora derheqê Kurdan û neteweyên bindest û kêmaniyên olî û kesê cuda bîr û azadîxwaz roj li peyî rojê bi avayek berfirehtir ji berê didome. Nebûna derfetên karî û rewşa nebaş a abûrî û kuştina kolberan, girtin, îşkence û Îdama xurtên me her roj berdewam e. Milîtarîze kirin û fetisandin û tepeserkirina dengê nerazî di kurdistan û Îranê bi giştî, ji siyaseta bingehîn a wê nîzamê ye. Gelê Kurd û netewên din mafê xwandin û niwîsîn bi zimanê xwe yên dayîkî tuninin û her roj di varê kultûrî û çandî we tên asimîle kirin. Rayedarên teranê hertim bi çavê emniyetî we mêrzeyî Kurdistanê dikin û Kurd û neteweyîn din weke û şaromendê derece dû tên mêze kirin.

Bi nav rêformxwaz û tund ajoyên nava hikûmetê, armanca wan ya sereke parastina wê nîzama dîktator û yasa û rêsayên wê yên dije mirovî ye. Tu serkomar û navendên bi nav hilbijartî ji aliyê xelkê ve nikare tu bandorek û guherînek li ser vê sîstema Îdelojîk û daxistî a rejîmê de çê bike.

Lewma bi berçav girtina wan rastiyan û bê bandoriya wan maçkanêyên hilbijartinan li ser baştir bûna rewşa jiyana xelkê, hewceye gelê Kurd û neteweyên bidest û xelkê bê maf û têniyê azadiyê di Îranê de, bi baykot kirin û neçûna ser sindoqên dengdanê, dengê nerizayetîya xwe bigehên rayedarên dîktator yên Tehranê û raya giştî a cîhanê û bersivek tund bidin bi tev wan siyaset û piropagendeyên xapêner yên rejîma Îranê.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.