Mihemmed Salih Qadirî : Di seteratijiya Komara Îslamî de, cihek bo mafê Kurd û neteweyên din yên Îranê nine

0
1896
Mihemmed salih qadirî Endamî Rêberî PDKÎ

Li dirêjiya temenê rejîma Îranêde, dema em dibînin, ne di felsefeya Wilayeta Feqîh de û nejî di yasaya bingeha vê sîstemêde û,nejî di seteratijiya Komara Îslamî de, cihek bo mafê Kurd û neteweyên din yên Îranê nine.

her wisa helbijartinên vê rejîmê dûrin ji hemû pirensîp u pîwerên demokrasiyê û Xelk nikarin çi guhartinekê ser vê sîstema paşwero u hukmraniya dîktatorîde bînin, îdî zelale ku kêşe di kok u rîşeya vê sîstemêde ye u em dibînim li wan 38 sal temenê vê rejîmêde, ne ji aliyê mirovî u netewî, ne ji aliyê aborî u ne ji aliyê kultûrî u …, vê rejîmê kûşketirîn pêgav bo dabînkirna mafê gelê kurd helnegirtine.

lewma hewceye nek tenê bi baykot kirna vê leystoka binav helbijartinê, belkî bi coşdana xebata hewbeş ya hemû hêzên kurdistanî u rizgarîxwez, mil bi milê gelê Rojhelate Kurdistanê, herifandna vê rejîmê, wek armaca rizgariya netewî, were esas girtin.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.