Mirina dayîkeke ducanî nerazîbûna giştî lê ket

0
835

Hevwelatiyên Merîwanî bi birêvebirina meşekê, berdewamiya şaşiyên pizişkî şermezar kirin.

Li gora nûçeya ku gihaye Rojikurd, êvariya roja borî bi dehan hevwelatiyên bihêrs û nerehet, li pêşberî ofîsa yek ji pirsonelên nexweşxaneya Bû`elî dest bi meşeke nerazîbûnê kirin.

wan di vê nerazîbûna xwe de, daxwaza bidawîanîna şaşiyên pizişkî li Kurdistanê û diyarîkirina lêjneyekê bo şopandina dosyiyeya mirina jina ducanî li Merîwanê de kirin.

Di wêneyên belavkirî de, pilakartek derheq rewşa nebaş ya dayîkên ducanî û kêmtirxemiya berpirsyarên tendurutiya Kurdistanê ji aliyê neraziyan ve bilind kirin.

jineke ducanî li Merîwanê bi navê soheyla Mewlûdî piştî kêmtir ji 24 demjimêran ku bi ser neştergeriya sizaryetn re derbaz dibû, canê xwe ji dest da.

Roja Duşemiyê Wezîrê Tendurustî û Fêrkariya Pizişkî li Sineyê derheq mirina vê dayîka Merîwanî ragehand: “Piştî agadarbûnê, girûpek ji Tehranê ve, bo şopandina sedema mirina jina ducanî, hatiye şandin bo Merîwanê, û mijûlî lêkolîna li ser mijarê ne”.

Serjimêriyeke hûr li ser rêjeya mirina bi sedema şaşiyên pizişkî di Îranê de li ber dest de nine, lê xwedîhizrên vî warî kêmbûna hêza mirovî, mandîbûn û karê bêreje, nasyarnebûna bi zanista pizişkî û herwisa rêjeya zêde ya nexweşan ji girîngtirîn sedemên şaşiyên pizişkî di Îranê de dihesibînin.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.