Li bajarê Sine yê herêma Kurdistana Îranê di encama qezaya trafîke de 5 kes mirin.
Qeza duh di navbera bajarê Sine û navçeya Dîwandereya yê de çêbû. Di encama qezayê de kesên bi navê Etat Qureyşî, Mîlad Enayetî, Efşîn Cehferî, Emced Husênî û Ferdî Melîkzadeyî jiyana xwe ji dest dan.