Ji Leyla Zana re 21 sal zîndan tê xwastin

0
947

Ji bo siyasetmedara kurd û parlamentera bajarê Agirî yê Kurdistana Bakûr Leyla Zana 21 sal zîndan hat xwastin.

Leyla Zana, ku roja 8 Sibata îsal hatibû girtin û heman rojê hatibû berdan, ji aliyê dozgeriya Amedê ve bi endamtiya PKKê tê tohmetbarkirin.

Doznameya ku li ser Leyla Zana hatibû amadekirin, ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin. Di doznameyê de 21 sal zîndan bo Zana tê xwastin.

Leyla Zana, eger bê girtin dibe duyemîn car ku di dema parlamenteriyê de tê girtin ji ber ku Zana sala 1994 dema parlamentera DEPê bû, bi tohmeta endamtiya PKKê hatibû girtin û piştî 10 salan hatibû berdan.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.