Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Ashton Carter bi serdanekî neçaverêkirî gihişte Bexdayê û biryare serdana Hewlêrê jî bike, ligel Serokê Herêma Kuridstanê bicive.
Aston Carter îro (11-12-2016) bi firokeyekî leşkerî yê barhlgir gihişte paytexta Iraqê Bexdayê û tê payîn ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û berpirsên leşkerî bicive.
Berpirsê Ragihandina Şaneya Şer a Herêma Kurdistanê Helgurd Hikmet ragihand, ku piştî serdana xwe ya Bexdayê, Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Ashton Carter serdana Hewlêrê jî bike.
Hîkmet da zanîn, ku dê Carter ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bicive.
Serdana Carter a Bexda û Hewlêrê di demekê de ye, ku nêzîkî 2 mehan e hêzên iraqî bi piştgiriya Hêzên Pêşmerge û hevpeymaniya nevdewletî, dest bi operasyona Mûsilê kirine.