Îro serokê Frensa li Hewlêrê ye

0
889

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê sedem û armanca serdana serokê Fransayê ji bo Kurdistanê aşkere dike ku dibêje ku:”Ev serdane ji bo Kurdistanê girîng e.”

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê, Elî Dolemerî ji bo BasNewsê ragehand ku armanca Fransayê ev ye ku rêxistina DAIŞê li Iraqê û Sûriyê nemîne.

Elî Dolemerî harwaha ragehand ku yek li armancê serdana serokê Fransayê bo bajarê Hewlêrê, agahdarbûne li ser rewşa dawiyê ya şerê dijî DAIŞê.

Wî berpirsî herwaha got ku Fransa berdewame li arîkarîdana hêzên Pêşmerge û tê çaverêkirin ku di civîneke çapemenî de serokê Fransayê di peyamekê de armanca serdana xwe ya Kurdistanê aşkere bike.”

Herwaha wî berpirsî aşkere kir ku Fransa yek li wan welatên yekem bûye ku arîkarî gehandine Kurdistanê li şerê dijî DAIŞê de û Fransa girîngiyeke taybet dide Kurdistanê û tê çaverêkirin ku serokê Fransayê piştevaniya xwe ya hertimî ji bo Kurdistnaê aşkere bike.”

Biryare roja 02.01.2017ê de serokê Fransayê, François Hollande li gel şandekê bilind li a welatê Fransayê serdana bajarê Hewlêrê bikin û tê çaverêkirin ku li gel serokê Herêma Kurdistnê , Mesûd Barzanî bicivin.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.