TAK teqînên Istanbulê xistinê stûyê xiwe

0
695

Îro yekşemî 11ê Kanûna 2016ê, rêxistina TAKê bi awayekê fermî bi daxuyaniyekê teqînên duh şev ên li Stenbolê ku di encamê de 38 kes hatibûn kuştin û 155 kes jî birîndar bibûn, li xwe girt.

Daxuyanî li ser malpera fermî ya TAKê hatiye belav kirin û tê de hatiye ragihandin, ku teqînên Stenbolê ji aliyê Tîma Ş. Tîrêj a ser bi wê rêxistinê ve hatiye encamdan.

Li gorî daxuyaniyê, êrişên duh şev ên Stenbolê ji aliyê 2 endamên xwekuj ên TAKê ve hatiye pêkanîn.

TAKê herwiha daye xuyakirin, ku wan ew çalakî  weke bersivek bo berdewamiya girtina rêberê PKKê Abdullah Ocalan, siyasetên dewleta Tirkiyê û Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) li Bakurê Kurdistanê pêk aniye.

Li gorî TAKê di encama teqînên Stenbolê de zêdetirî 100 polîsên Tirkiyê hatine kuştin.

TAKê ew yek jî ragihandiye, ku dê nasnameya her du kesên ku êriş pêk anîne, di rojên dahatî de aşkere bike.

Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin, ku gelê turk ne armanca êrişên TAKê ye, lê belê pêwîst e ku ew jî li hember siyasetên dewletê û AK Partiyê serî rakin û li dijî wan siyasetan bisekinin.

TAKê wiha got:

“Heta ku girtina Rêber Apo berdewam be, Fazşîzma TC-AKPê li Kurdistanê her roj dayikan îşkence bike, bi cenzaeyên keçên ciwan re bilîze û zarokan bikuje, bila li benda jiyaneke rihet li Tirkiyê nebin. Pêwîst e gelê Tirkiyê ji wê faşîzmê re bêje, êdî bes e. Çimku bi alozî û weheşetê tenê faşîzma AKPê berdewam dibe.”

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.