Tê gotin serbazekî Îranê, piştî ku kolberekî kurd kuştiye, xwe jî kuştiye.
Jêderên xwecihî yên Kurdistana Rojhilat belav kirin, şeva 29 Mijdarê hêzên Îranê li gundê Sawcî yê Merîwanê, teqe li 8 kolberan kirin, di encamê de kolberek canê xwe j idest da û 4 kolber jî bi giranî birîndar bûn.
Herwiha hat zanîn ku, piştî wê bûyerê, serbazê ku teqe li kolberan kiribû, fîşkek li xwe daye û xwe kuştiye.
Li gor amarên rêxistinên mafê mirovan, salane hejmareke mezin ji kolberên Kurd li navçeyên sînorî yên Kurdistanê bi teqeyên rasterast ji aliyê hêzên ewlehiyên yên Îranê tên kuştin û birîndarkirin.