Li ser sînorê Rojhilat û Başûr, kolberekî kurd ji tirsa hêzên Îranê ji zinarekî bilind de ket û can da.
Pêr (14 vê mehê) li geliyê Şilêr li ser sînorê Rojhilat û Başûr, komek kolberên kurd ketibûn kemîna hêzên Îranê.
Li gorî agahiyan, piştî ku hêzên Îranê gule berdabûn wan, ew ji tirsa xwe li gelî û newalên kûr dabûn û bi ser zinaran de ketibûn.
Hat gotin ku yek ji wan kolberan, dema ji zinarekî bilind de dikeve xwarê, gelekî birîndar dibe û di rêya nexweşxanê de can dide û dimire.
Li gorî agahiyên Mirovayeti, ew kolberê ku miriye, navê wî Azad Feyzî û xelkê gundê Spore yê bajarê Seqizê bûye.