DAIŞ’ê li Mûsilê 32 sivîl kuştin

0
733

Roji kurd:  Li bajarê Mûsilê, 32 welatiyên, bi hinceta ku casûsî kirine, ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin kuştin.

Fermandarê hêzên polîsên hêzênfederal ên Iraqê Siltan Hemûdat El Izî di daxuyaniyekê de ragihand ku çekdarên DAIŞ’ê duh bi şev li rojhilatê Mûsilê li taxên Ezka, Mesarif, Zihûr û Camîe yên bajêr êrişî malên xelkê kirin û gelek kes girtin.

Siltan Hemudar El Izî derheqê bûyerê de got, agahî ji me re hat ku DAIŞ’î yan wê şevê 32 kes girtine û birine cihekî û hemû kuştine. Wî rayedarê polîsê Iraqê da zanîn ku ew sivîl bi hinceta casûsiyê hatine kuştin.

Fermandayê hêzên polîsên federal a Iraqê herwiha destnîşan kir ku çekdarên DAIŞ’ê li herêmên di bin kontrola xwe de gefê li sivîlan dixwin da ku agahiyan nedin hêzên ewlehiyê.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.