Tê gotin ku Bexdadî di êrîşeke esmanî de birîndar bûye
Berpirsê rêxistina DAIŞê Ebubekir Bexdadî di operasyonekê de li bajarê El-Qaim ku, dikeve ser sînorên di navbera Sûriyê û Iraqê bi giranî birîndar bûye.
Li gor jêderekî bi navê Fadil Ebu Rexîf di Şaneya Bazên Istixbaratî de, ser bi Wezareta Navxwe ya Iraqê ve ji Kenala El-Hure re ragehand ku, di operasyonekê de ya Hêzên Esmanî yên Iraqê Berpirsê rêxistina DAIŞê Ebubekeir Bexdadî bi giranî birîndar bûye û hemû serkirdeyên li gel di civînê de hatine kuştin.
Heman jêderî, da zanîn ku, Hêzên Esmanî yê Iraqê sê civîn li navçeya El-Zele, Ekaşat û El-Ûbeyîdî kirine armanc. Aşkere jî kir ku, Bexdadî di odeyeke jêr erdê de bûye lê serkirdeyên li gel de, di odeya civînan de bûne, lewma ew birîndar bûye û serkideyên li gel hatin kuştin.
li gor jêderan berbirsê rêxistina DAIŞê Ebubekir Bexdadî bi armanca bilindkirina morale serkirdeyên rêxistina xwe piştî têkçûnên wan li Mûsilê ew civîn pêkanîbû.